Cenazeyê şervanê YPG'ê Koyûncû li Rihayê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Serhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li gundê Mencir ê Serêkaniyê birîndar bû û li nexweşxaneya Enqereyê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ve li Wêranşarê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Serhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li gundê Mencir ê Serêkaniyê birîndar bû û li nexweşxaneya Enqereyê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ve li Wêranşarê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Serhat Koyûncû (Rojhat Egîd) ê li gundê Menacir ê Serêkaniyê beriya 3 mehan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Korû ya Enqereyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Wêranşarê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Koyûncû anîn taxa Sesîg û li ser milan birin goristanê. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven, rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze hat veşartin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê bavê Koyûncû Mûstafa Koyûncû peyivî û destnîşan kir ku yên hevkariyê bi dijminê Kurdan re dikin, divê ji xwe fedî bikin. Bav Koyûncû got, "Rojekê em ê hemû bimirin. Yên di hembêza dijmin de ne bila ew li ber xwe bikevin. Kurdan bi salan ji bo Ereban canê xwe dan, ji bo Aceman canê xwe dan. Ji bo Tirkan canê xwe dan. Di vê sedsalê de jî ji bo xwe canê xwe didin."

Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da konê serxweşiyê yê li taxa Yenîmahalle hat vedan û ji malbatê re sersaxî xwest.