Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê Hikûmeta AKP'ê ya ku destekê dide DAIŞ'ê ye. Kujerê van ciwanan yekser Hikûmeta AKP'ê ye. Têkilî û tifaqa AKP'ê ya li ser dijminatiya li Kurdan bi DAIŞ'ê re kiriye, rê li ber vê komkujiyê vekiriye. Li Sûriyeyê jî li Tirkiyeyê jî DAIŞ ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatiye afirandin." KCK'ê destnîşan kir ku AKP wê ji sedî sed hesabê vê komkujiyê bide û bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz kir ku li dijî vê polîtîkaya qirêj a AKP'ê tavilê rabin ser piyan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê komkujiya li Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Di êrîşa bombeyî ya li Navenda Çandê ya Amara ya li Pirsûsê de bi dehan ciwanên sosyalîst ên şoreşger û gelê sivîl hatine qetilkirin. Em mirovên di vê komkujiyê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bilind bikin. Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê Hikûmeta AKP a ku destekê dide DAIŞ e. Kujerê van ciwanan yekser Hikûmeta AKP ye. Têkilî û tifaqa AKP'ê ya li ser dijminatiya li Kurdan bi DAIŞ'ê re kiriye, rê li ber vê komkujiyê vekiriye. Li Sûriyeyê jî li Tirkiyeyê jî DAIŞ ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatiye afirandin. Êdî li Tirkiyeyê kî DAIŞ'î ye, kî endamê îstîxbaratê yê di bin fermana AKP'ê de ye, ne diyar e. AKP ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, DAIŞ xistiye nava Tirkiyeyê û bi DAIŞ'ê re ketiye nava hev."
'SÎNORÊ TIRKIYE-SÛRIYEYÊ JI BO DAIŞ'Ê KIRIN CENNETEK'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmet AKP'ê DAIŞ a ku bi desteka xwe xwedî kir, hem di polîtîkaya li Rojhilata Navîn de xwest weke amûrekê bi kar bîne, hem jî bi destê van çeteyên faşîst xwest Şoreşa Rojava ji holê rake" û ev xal hat destnîşankirin:
"Di encama vê de jî sînorê Tirkiye-Sûriye ji bo DAIŞ'ê bû cennetek. Çeteyên ji her aliyên cîhanê tên, ji vî sînorî derbasî Sûriyeyê hatin kirin. Di heman demê xetên li ser sînor ji bo DAIŞ weke kampên perwerde-rêxistinbûYîn û navendên lojîstîkê bi kar bîne, hatin vekirin. Eger îro li Rojhilata Navîn faşîzmeke DAIŞ'ê hebe, destekdar û afirînerê herî mezin ê vê faşîzmê Hikûmeta AKP'ê ye. Ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Ji ber vê yekê êrîşa bombeyî yekser êrîşa Hikûmeta AKP'ê ye. Ev êrîş bi agahdariya MÎTê, ji bo têkbirina Şoreşa Rojava û piştevaniyên vê şoreşê hatiye kirin.
'AKP WÊ HESABÊ VAN ÊRÎŞAN JI SEDÎ SED BIDE'
Bi vê êrîşê re baştir hatiye fêmkirin ku çima AKP çekdanînê li ser gerîla ferz dike. AKP dixwaze Kurdistan û Tirkiyeyê bêparastin bihêle û bi vî rengî kûçikên xwe berde naverastê. Dixwaze hemû astengiyên li pêşiya zîhniyeta xwe ya faşîst û otorîter ji holê rake. Dewleta Tirk a ku bi dijminê Kurdan re tifaqê dike, ji bo Kurdan qir bike vê carê hêzên faşîst ên qirkirinê bi kar tîne. Karê ku bi xwe nikare bike, nikare bi awayekî vekirî bike, bi van çeteyên faşîst re dide kirin. Dema ev êrîş bi êrîşên berî û piştî hilbijartinê re were nirxandin, tê dîtin ku AKP'ê li hemberî gelê Kurd, li hemberî Tevgera Azadiyê û dostên Kurdan şer îlan kiriye. Hem di plankirina vê êrîşê hem jî di nava êrîşê bi xwe de AKP heye. Ti kes nikare bêje ev êrîş bêyî haya hikûmeta Tirk û rêxistinên îstîxbaratê yên Tirk jê hebe, rû daye. AKP wê ji sedî sed hesabê van êrîşan bide.
AKP'ê, dema Til Ebyad ji aliyê YPG'ê ve ji DAIŞ'ê hat stendin, mîna ku ji AKP'ê hatiye stendin nerazîbûn nîşan da, gef li Şoreşa Rojava xwar; hîn bêhtir zêdegavî kir û da xuyakirin ku eger YPG Cerablûs a di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye rizgar bike, ew ê dest lê werde. Van rastiyan hemûyan îspat kirine ku AKP û DAIŞ di nava hevkariyeke çawa de ne. Yê ku herî zêde DAIŞ parastiye, hikûmeta AKP'ê ye. Ev rastî hemû nîşan didin ku têkiliyên di navbera Hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê gelekî kûr in. Dîtiya PYD'ê ji DAIŞ'ê xeteretir, bi awayekî bê şik û guman radixe pêş çavan û asta dijminatiya vê hikûmetê ya li Kurdan çi ye. Komkujiya li Pirsûsê ji aliyê AKP a dijminê Kurdan û hevkarên wê ve hatiye kirin. AKP nikare ser vê rastiyê û ser sûcên xwe yên li ser vê bingehê kiriye, binixumîne.
Dewleteke ku bi dijminatiya xwe ya li Kurdan re her şêwe komkujiyê bi dilrehetî dike, berpirsyariya wê ya di vê komkujiyê de li pêş çavan e. Li Tirkiyeya ku partî û zîhniyetekî dixwaze gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike li ser desthilatdariyê ye, komkujiyên bi vî rengî roj bi roj bûyereke ji rêzê tên dîtin. Helwest û nêzîkatiya Hikûmeta AKP'ê ya li hemberî êrîşên berî û piştî hilbijartinê nîşan da, îspata vê rastiyê ne."
KCK'ê da xuyakirin ku rasthatinek nîne piraniya mirovên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ciwanên sempatîzanên ESP'ê yên destekê didin Şoreşa Rojava ne û got, "Vê êrîşê nîşan daye ku AKP'ê ne tenê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hedef girtiye, di heman demê de hemû hêzên sosyalîst ên destekê didin Şoreşa Rojava û dostên Şoreşa Rojava hedef girtiye. Hikûmeta AKP'ê naxwaze li pêşiya xwe ti hêza li ber xwe dide bibîne. Ji ber vê yekê desteka ciwanên sosyalîst a ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, hedef girtiye. Yê digot 'Waye Kobanê dikeve', dema Kobanê azad bû got, 'çima hûn kêfxweş dibin'. Lewma berpirsyar û hevkariya vî zîhniyetê derveyî mirovahiyê ya di vê êrîşê de, rewşeke tê fêmkirin e."
'LI DIJÎ HIKÛMETA AKP'Ê EM TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:
"Derketiye holê ku AKP, şerê li dijî gelê Kurd bi birayê xwe yê zîhniyetê çeteyên faşîst re dimeşîne û dixwaze dimeşîne. AKP û lîderê AKP'ê ya ku ne xwedî zîhniyeteke demokratîk e, lê xwedî zîhniyeteke otorîter a li dû avakirina hegemonya xwe ya li Tirkiyeyê ye, hatiye fêmkirin ku wê ji niha û pê ve ne tenê li hemberî gelê Kurd, li dijî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi tifaqa xwe ya çeteyên faşîst ên ku birayê wan ê zîhniyetê ne, bimeşîne.
Tayyîp Erdogan û AKP dixwaze Tirkiyeyê bikin welatekî ku li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê şerekî qirêj tê meşandin. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokratîk û azadîparêz li dijî vê polîtîkaya qirêj a AKP'ê derhal rabin ser piyan. Ji ber ku heta AKP û dewleta Tirk dest ji dijminatiya xwe ya li Kurdan bernede û pirsgirêka Kurd çareser neke, wê van polîtîkayên xwe bimeşîne. Ancax gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên rabûne ser piyan dikarin pêşî li vê polîtîkaya qirêj bigirin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî hikûmeta AKP'ê ya ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê ye, têkoşînê xurt bikin; derhal bi bernameyeek demokrasiyê li hemberî van polîtîkayên qirêj têbikoş in."