HDP: Divê AKP hesabê komkujiya li Pirsûsê bide
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş destnîşan kirin ku hikûmet hevkarê komkujiya li Pirsûsê ye. Di daxuyaniya hevserokan de banga 'xwe biparêzin' li gel û saziyan hat kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş destnîşan kirin ku hikûmet hevkarê komkujiya li Pirsûsê ye. Di daxuyaniya hevserokan de banga 'xwe biparêzin' li gel û saziyan hat kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş destnîşan kirin ku hikûmet hevkarê komkujiya li Pirsûsê ye. Di daxuyaniya hevserokan de banga 'xwe biparêzin' li gel û saziyan hat kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, der barê komkujiya li Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrîşa namerdî û li dijî mirovahiyê ya îro li Pirsûsê rû da lanet dikin. Bila rehma Xwedê li hemû hevalên me yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane be. Ji gelê me û xizmên wan re sersaxiyê dixwazin, bila xwedê sebrê bide wan. Ji hevalên me yên birîndar re şîfa xêrê dixwazin."
'RÊVEBERÊN LI ENQEREYÊ HEVKARÊN VÎ SÛCÊ BARBARIYÊ YE'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Me îro li Pirsûsê careke din şahidî kirin ku artêşa tecawizkar û barbar a ku rûmeta xwe ya mirovahiyê nîne, dikare çi bike. Bi taybetî heman piştî salvegera Şoreşa Rojava hedefgirtina şoreşgerên Tirkiyeyî yên ji bo piştevaniya Kobanê ketibûn ser rê, hewldana ji bo şikandina piştevaniya enternasyonal a li dora Kobanê ye. Bi vê yekê re peyama 'dest ji vê piştevaniyê berde' ji mirovên me yên leheng ên li dora Kobanê bi ruhê piştevaniya şoreşger civiyane, hatiye dayîn.
Hemû welat û rejîmên destekê didin DAIŞ'ê û artêşên bi vî rengî yên tecawizê, hevkarên vê barbariyê ne. Yên li hemberî DAIŞ'ê bêdeng in, yên nikarin dengê xwe bilind bikin, her roj gefê li HDP'ê dixwin. Rêveberên li Enqereyê yên serê DAIŞ'e difirkînin, hevkarên sûc ên vê barbariyê ne.
Em weke HDP dixwazin tevahiya civaka Tirkiyeyê vê bi zelalî zanibe: Em bi biryar in ku pîvanên xwe yên demokrasî, edalet û aştiyê bixin meriyetê. Em ê van pîvanên xwe di nava her şert û mercî de biparêzin. Ji bo bicihanîna van pîvanan, dem ew dem e ku li dijî DAIŞ'ê û yên xwedî heman zîhniyetê, em li cem hev in û piştgiriyê bidin hev. Ne polîtîkayên hevnegirtî yê hikûmetê, wê piştevaniya gelan vê artêşa tecawizê bide sekinandin. Ji Edîrneyê heta Colemêrgê em bang li her kesî dikin, bang li hemû welatiyên xwe, xwişk û birayên xwe dikin, ku li dijî DAIŞ'ê û yên ji ber DAIŞ'ê afirîne, li dijî yên li Tirkiyeyê zîhniyeta DAIŞ'ê diparêzin û temsîl dikin, li dijî yên bi bêdengiya xwe ya li hemberî DAIŞ'ê yan jî yekser destekê didin DAIŞ'ê û vê çeteyê mezin dikin, em di nava bloka aştiyê de bicivin."
'HIKÛMET BERPIRSYAR E; NEÇARE HESAP BIDE'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmeta demkî xwedî wê berpirsyariyê ye ji her alî ve can û malê gel ewle bike û got, "Hikûmet a ku li hemberî PYD'ê artêş û bi deh hezaran leşker veguhast ser sînor û qaşo tedbîrên ewlekariyê girt, neçare ji aliyê siyasî ve hesabê teqîna bombeya li nava Pirsûsê bide. Ji her şêwe qelsiya îstîxbarat û ewlekariyê, hikûmeta niha berpirsyar e."
BANGA 'EWLEKARÎ Û PARASTINA XWE BI XWE BIKIN' LI GEL Û SAZIYAN HAT KIRIN
Yuksekdag û Demîrtaş bang li gel û saziyan kir ku bi xwe ewlekarî û parastina xwe bikin û gotin, "Gelê me, saziyên me yên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, şaredariyên me, rêxistinên pişeyî û hemû saziyên civakî divê tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigirin. Ketin û derketina avahiyên me yên partiyê, cihên çalakiyê girseyî tên lidarxistin, bi taybetî divê werin parastin û ewlekirin. Ji bo artêşa tecawizkaran DAIŞ nikaribe ewçend bi hêsanî êrîşî gelê me û saziyên me bike, divê em tedbîrên xwe bigirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna sibe ya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de wê ev mijar bi taybetî were nirxandin.