Yûnûs Emre Şen bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Cenazeyê Yûnûs Emre Şen ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke bi beşdariya deh hezaran kesî hat veşartin.

Cenazeyê Yûnûs Emre Şen ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, piştî ku duh êvarê anîn Wanê îro danê sibehê anîn pêşiya Meclîsa Yenî Mahalle. Di merasîma li şehîdgeha Yenî Mahalleyê de bi deh hezaran kes amade bûn. Balkêş bû ku gelek kesên tevlî merasîmê bûbûn, pêlîstok bi xwe re anî bûn. Li pêşiya goristanê, ciwanan ji bo ewlekariyê lêgerîn û kontrol kirin. Di dema derbasbûna merasîma cenaze de şêniyên taxê ji şaneşînan rengên kesk sor û zer vekirin û pankarta '"Şehîd Namirin" hildan.

Girseya gel darbesta cenaze hilda ser milan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Yûnûs Emre Şen, alên PKK, KCK û YDG-H vekir.

'ME 32 CANÊN XWE JI DEST DAN'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna aştî û azadiyê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û got, "Xwînmêjian 32 hevrêyên me, canên me, hevalên me ji me stendin. Bila nebêjin bi van komkujiyên xwe yên hov re ew ê bi ser bikevin. Gelê Kurd wê di dawiya dawî de azadiya xwe bi dest bixe. Em vê êrîşê lanet dikin."

'ORGANÎZATORÊ KOMKUJIYÊ DEWLET E'

Endamê ESP'ê Emre Genç ê ji komkujiya li Pirsûsê bi saxî filitî di axaftina xwe ya li vir de got, "Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê em beriya du rojan li Pirsûsê bûn. Me yê li Kobanê parka zarokan, pirtûkxane, daristana bîranînê ava bikira. Mixabin mirovên di çentê wan de pêlîstok hebûn, ji aliyê kesên bi TIR'an bombeyan dibin ve hatin qetilkirin. Cihê teqîn lê rû da, nuqteyeke gelekî nêzî Qeymeqamiya Navçeyê ye. Li her derê kamerayên mobese hene. Ne pêkane ku haya wan ji berê ve ji vê êrîşê tineye. Taşerona ev komkujî kir DAIŞ e, lê organîzator dewlet bi xwe ye."

'WÊ NIKARIBIN PIRA AŞTIYÊ YA DI NAVBERA GELAN DE HILWEŞÎNIN'

Genç anî ziman ku êrîşê şoreşgerên Tirkiyeyî hedef girtiye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em her tim dibêjin, azadiya gelê Kurdistanê bi piştevaniya gelan pêkane. Me Kobanê bi mehan bi hev re parastin û niha jî dem dema avakirinê ye. Me xwest Kobanê a veguheriye xirbe, ji nû ve ava bikin. Yên ku pira ciwanan a di dema Denîz Gezmîşan li Colemêrgê di sala 1998'an de bi bombeyan ji holê rakirin, îro jî li Pirsûsê hewl dan bi teqandina bombeyê re pira aştiyê ya di navbera gelan de ji holê rakin. Ji ber ku aştî û biratiya gelan naxwazin. Em hevrêyên Kawayê hesinkar Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Mûstafa Sûphî, Sûphî Agirnasiyan e. Yên dibêjin qey wê me bi bombeyên rêxistinên taşeron biqedînin, xwe dixapînin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya aştî, biratî û azadiyê dewam bikin. Em ê dîsa biçin Kobanê û li wir jiyaneke nû ava bikin. Em ê çiyayên Şengal, Nûrheq û Agirî bigihînin hev. Desthilatdar ji vê ditirsin, bila bitirsin."

'ME XWEST ZAROKÊN KOBANÊ BIKENIN'

Endama SGDF Şevîn Sogut jî got, "Me xwest zarokên Kobanê bikenin, me xwest bibin dengê wan. Ji ber vê yekê komkujî li me hat kirin. Lê çi dibe bila bibe wê nikaribin pira biratiyê hilweşînin. Em ê piştevaniya şoreşgerî niha xurttir bikin. Bi vê bûyerê re em ê hemû dest bidin hev û aştiyê bi hev re ava bikin."

Herî dawî xizmên Şen mafê axaftinê wergirtin û diyar kirin ku şehîdê wan şehîdê gelan e. Piştû xwendina duayan girseya gel berê xwe da konê serxweşiyê yê li taxa Cevdet Paşa û ji malbatê re sersaxî xwest.

...