Polîsan li Pîranê bi çekan êrîşî gel kir
Hate îdîakirin ku li navçeya Pîran a Amedê polîsan bi çekan êrîş birine ser welatiyên ku çalakiyên şermezarkirina komkujiya Pirsûsê dikin.

Li gorî agahiyên ku ji Pîranê hatine girtin, di saetên êvarê de li navçeya Pîran a Amedê, bi sedan welatiyên ku wekî gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê derketin qadan û komkujiya Pirsûsê şermezar kirin, rastî êrişa polîsan hatin.
Ji ber êrîşa tund a polîsan ciwanan jî bersiv dan û pevçûn derket. Lê ji ber ku polîs êrîşa xwe dijwar kir bûyer jî berfireh bûn.
Tê îdîakirin ku bûyer hê jî berdewam dikin û polîs bi çekan êrîşî gel dikin.