Çagdaş Aydin hate oxirkirin

Cenazeyê Çagdaş Aydin ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest, li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Cenazeyê Çagdaş Aydin ê ji bo biçe Kobanê çû Pirsûsê û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest, li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin. Merasîma cenazeyê li Mala Cemê pêk hat û girseya gel pêlîstok danîn ser cenazeyê Aydin. Dayika Aydin, Saniye Aydin  li ser cenazeyê lorand û her kesî rondik barandin. Xalê Aydin, Alî Ekber Uçar  pêlîstokek ku wê SGDF’ê bişanda Kobanê girt destê xwe û got: "Çagdaş îro ber bi bêdawîbûnê ve dimeşe. Ne îro, ne sibe lê em ê hesabê vê bipirsin."

Cenaze piştî merasîmê birin qada Seyîd Riza. Li gel xizmên Aydin, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, parlamenterê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel, parlamenterên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn û gelek kes beşdar bûn. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û alên ESP, Partîzan hatin hildan.

Li navenda bajêr esnafan dikanên venekirin. Li qada Seyîd Riza rêz hat girtin û endama ESP’ê Munnever Îltîmur axivî. Îltîmûr got Komara Tirkiyeyê komara komkujiyane û diyar kir ku komkujiya Pirsûsê ne yekem û ne jî ya dawî ye.

Hatîp Dîcle jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ew ji bo parvekirina vê êşê hatine vir û anî ziman ku gelê Kurd van êşan her roj dijîn. Dîcle destnîşan kir ku şoreşa Kurdistanê di nav xwînê de derbas dibe.

Dîcle ragihand ku 32 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane wek Harûn Karadenîz, Mahîr, Denîz û Îbrahîman ji bo destekê li wir bûn û got hikûmeta AKP’ê li dijî êrîşê tedbîr negirtiye.

Bavê Aydin, Fethî Aydin jî got: "Ew ne kurê min, hevrêyê min bû.  Çagdaş nemir, bi mîlyonan Çagdaş hene. Ne tenê Çagdaş 32 qurnefîl şehîd ketin. Em ji aliyê DAIŞ û AKP’ê ve hatin qetilkirin. Di teqînê de ez jî li wir bûm. Em wek neviyên Seyîd Riza mezin bûn. Ez we bi van hestan silav dikim."

Piştre cenazeyê Aydin li gundê Çaxberî yê Pulurê hat definkirin. 

...