Cenazeyê şervanê YPG`ê Şen radestî malbatê kirin

Cenazeyê şervanê YPG`ê Aydin Şen (Erdem Çirav) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şervanê YPG`ê Aydin Şen (Erdem Çirav) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Aydin Şen (Erdem Çirav) ê 15'ê Tîrmehê di şerê gundê Şeykuyê yê Kobanê jiyana xwe ji dest da ji hêla rayedarên Kantona Kobanê ve li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbatê û rêveberên MEYA-DER'ê kirin. Cenazeyê Şen ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî kar û barê cenaze ji otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Cenazeyê Şen bi dirûşma "Şehîd namirin" ber bi Rihayê hat oxirkirin.

Hat ragihandin ku piştî otopsiyê cenazeyê Şen ji bo definkirinê wê bibin Sêrtê.