Li Agiriyê 7 welatî hatin binçavkirin
Li Agiriyê polîsan êrîşî girseya ku komkujiya Pirsûsê şermezar dike kirin, dî êrîşê de 7 kes hatin binçavkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Polîs, weke gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, li Agiriyê jî xwe li ber çalakiyên gel a şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê ranegirt û êrîşî gel kir. Di encama êrîşan de Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Hevserokê Navçeya Navend a DBP'ê Nevzet Ayna, endamê Meclîsê ya DBP'yî Melîk Arpaç, Murat Aydemîr û du welatiyên ku navên wan nehat zanîn birîndar bûn.
Her wiha di bûyeran de welatiyên bi navê Omer Çapin, Memduh Ozdemîr, Baran Bîlîcî, Fesîh Karakuş, Huseyin Denîz û du kesên ku navên wan ne diyar in hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku polîsan êrîşî parlamenterên HDP'ê Berdan Ozturk û Mehmet Emîn Îlhan jî kirine.