Gel li hember Komkujiya Pirsûsê li ser piyan e

Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê Komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin.

Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê Komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Qilabanê bi pêşengiya Rêxistinên DBP'ê û HDP'ê de komkujiya Pirsûsê bi daxuyaniyekî hat şermezarkirin. Hevseroka HDP'ê yê Qilabanê Muzeyen Rustemoglu diyar kir ku komkujiya Pirsûsê berdewama komkujiya Roboskî ye.

Li navçeya Qilabanê bi pêşengiya Rêxistinên DBP'ê û HDP'ê de komkujiya Pirsûsê li ber avahiya DBP'ê bi tevlîbûna sedan kesî bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Rêveberên Rêxistinên DBP'ê û HDP'ê, Hevşaredarên Qilabanê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bû. Hevseroka HDP'ê Muzeyen Rustemoglu diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di şexsê Rojava'da komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tîne.

Rustemoglu destnîşan kir ku heman hişmendiya li Roboskî 34 welatiyan qetil kirin li Pirsûsê ji 32 ciwanên endamên SGDF'ê qetil kiriye û wiha berdewam kir: "Komkujiya Pirsûsê berdewama komkujiya Roboskî ye. Dewleta Tirkiyeyê bi salan e kujerên komkujiya Roboskî ne darizandiye û her wiha lêborinekê ji nexwestiye. Piştî komkujiya Roboskî û Amedê heya komkujiya Pirsûsê nêzîkbûna dewletê nehatiye guhertin." Rustemoglu herî dawî komkujiya Pirsûsê şermezar kir û banga xwedîderketîna Kobanê û gelên Tirkiyeyê kir.

KOMKUJÎ LI SILOPIYAYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi dehezaran welatî ji bo şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê meşiyan. Ligel Hevşarên Silopî û bajaroka Tilqebîn-Wehsit, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê gelek nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bi dehezaran welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûyîn ji bo şermezarkirinê meşiyan. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê, parkartên, "Êşa me mezin, hêrsa me mezin em êdî hatine cihê ku gotin xelas bûye" , "Em komkujiya li hemberî ciwanên SDGF'ê şermezar dikin" , "Hûn ê hesabê qetlîamên ji bo desthilatdariya xwe pêk tînin bidin" û "Hûn di xwîna we rijandiye de bixeniqin" hatin hilgirtin û dirûşmên" Bijî Serok Apo" , "Bijî biratiya gelan" , "Kujer DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin. Dema gel li ber avahiya HDP'ê kom dibû peywirdaran li her çar aliyan ewlehiya gel girt.

Bi dehezaran welatî li ber strana, "Em te nadin Kobanê tu dilê Kurdistanê ye" ji ber avahiya HDP'ê ber bi navenda bajar ve meşiyan û lanet li komkujiya Pirsûsê anîn. Piştî navenda bajêr bi dehezaran welatî hatin ser Rêya Dîrokî ya Îpekê û careke din hatin ber avahiya HDP'ê. Li vir bi dehezaran welatiyan ji bo şehîdên di komkujiya Pirsûsê û hemû cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê Alî Balin daxuyanî xwend û got ku sedema vê komkujiyê ew in ku yên digotin PYD ji çeteyên DAIŞ taluketir e. Balin herî dawî diyar kir ku ew dê weke gelê kurd ji îro û pêde ji her alî ve ewlehiya xwe bi xwe bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Em komkujiya li Pirsûsê bi tundî şermezar dikin û lanetê li ser kujeran dibarînin. Ji îro û pêde em dê ewlehiya xwe bi xwe bistînin."

Piştî axaftina Balin çalakî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

SERT

Baroya Sêrtê jî der barê komkujiya Pirsûsê de daxuyanî da. Baroyê ragihand ku ku divê gel li hemberî povokatoran bi hişyarî tevbigerin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Misircê ya Sêrtê li Kuçeya Hunerê kom bûn û bi tevlîbûna gelek kesan komkujiya Pirsûsê şermezar kir. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP'ê yê Misircê Abdulgafur Kubîlay ve hat xwendin. Kubîlay got ku daxuyaniyên serokkomar, serokwezîr û rayedarên AKP'ê rê li ber êrîşan vedike.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê ji bo êrîşa li hemberî endamên SGDF’ê pêk hat şermezar bikin meşek li dar xistin û tabûteke reş danîn ber avahiya AKP’ê. Dema meşê sûk bi temamî vala bû û welatiyan lenet li AKP û çeteyên DAIŞ’ê barandin.

Li Colemêrgê bi pêşengiya pêkhateyên Rêveberiya Bajar ji bo şermezarkirina êrîşa li hemberî endamên Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo avakirina Kobanê çûn navçeya Pirsûsê pêk hat bi beşdariya dehezaran kesan meşek hat lidarxistin. Meş ji ber avahiya DBP’ê dest pê kir û heya ber avahiya AKP’ê berdewam kir. Bi hezaran welatî ku piranî jin û ciwan bûn beriya meş dest pê bike bi dirûşmên “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” li ber avahiya DBP’ê kom bûn û kurdaleyên reş li cilên xwe ve kirin. Girseyê piştî demekê ber bi rêya derdorê dest bi meşê kir û tabûtek reş ku li ser “Kujer DAIŞ û hevkar AKP, hûn ê di xwîna dirijînin de bifetisin” dinivîsî ji aliyê ciwanan li ser milan ve hat girtin.

NAVENDA BAJAR VALA BÛ

Di meşê de posterên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YPG’ê hatin hilgirtin û pankartên ku li ser “Em ê şehîdên xwe ti carî ji bîr nekin” û “Hûn ê di xwîna dirijînin de bifetisin” hatin vekirin. Girseya ku her zêde bû û li nêzîkê Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ji 20 hezaran derbastir bû di meşê de bênavber dirûşmên “KCK tolhildan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha welatiyan di meşê de wêneyên kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane jî vekirin.

WELATIYAN AVAHIYÊN XWE BI RENGÊ REŞ DORPÊÇ KIRIN

Dema meşê hemû dikandaran darabeyên kargehên xwe anîn xwarê û beşdarî meşê bûn û siwareyên ji rê derbas dibûn jî bi korneyan piştgirî dan meşê. Welatiyên ku malên xwe bi alên reş pêçabûn jî bi dirûşm û tililiyan beşdarî meşê bûn. Ligel dehezaran welatiyan, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî, hevşaredarên Colemêrgê û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî beşdarî meşê bûn. Di heman demê de bi sedan welatî jî ji gundan ji bo beşdarî meşê hatin bajar. Di meşê de hat dîtin ku polîsan jî ewlehiyek mezin di nav sûkê de sekinîbûn. Bi deh hezaran welatî dema gihiştin ber avahiya AKP’ê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Kujer DAIŞ hevkar AKP” berz kirin. Piştre bi deh hezaran welatî bi tililiyên serkeftinê û sirûda “Çerxa şoreşê” ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

‘VÎNA JIYANA HEVPAR A GELAN HEDEF HAT GIRTIN’

Li vir Hevseroka HDP’ê ya bajêr Zeynep Besî Dara axivî û diyar kir ku Rojavaya ku bi felsefeya Ocalan veguherî cihê akademiyê her tim bi êrîşên rûreş re rû bir û ma. Dara destnîşan kir ku êrîşa li Pirsûsê jî ji bo belavkirina hêza enternasyonalîst a ji bo Kobanê têdikoşe ye û wiha got: “Desthilatdara siyasî dîsa hêzên tarî xist dewrê û li hember vîna jiyana hevpar a gelan hedef girt. Di vê çarçoveyê de jî xuya dike ku heya bingeha pergala heyî têk neçe dê desthilatdarên ji vir pê de tên jî bixwazin gelan bi tundiyê bipelçiqînin.”

‘XWEPARASTIN XALEKE JÊNEGER E’

Dara anî ziman ku divê hemû derdorên demokratîk li hember AKP û Erdogan rabe ser piyan û wiha berdewam kir: “Ji ber ku AKP heya pirsgirêka Kurd çareser neke dê van polîtîqayên xwe berdewam bike. Ev rewşeke tehlûke ye. AKP gotinên xwe yên kirêt êdî xistiye dewrê. Êdî dewlet nikare welatiyan biparêze û nexwe çeteyên DAIŞ’ê diparêzin. Di vir de derdikeve holê ku xweparastin êdî xaleke jêneger e û ji nan û avê pêştir tê.” Dara bi lêv kir ku ev bombeya di heman demê li hember HDP’ê hatiye avêtin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku endamên SGDF’ê di heman demê de pêkhateyek HDP’ê ye. Polîtîkayên bi vî rengî jî tenê ji aliyê hêzên demokratîk û gelê kurd ve tên rawestandin.”

Piştî axaftina Dara welatiyan tabûta reş a hatibû çêkirin danîn ber avahiya AKP’ê. Girseyê meşa xwe bi dirûşman bi dawî kir û dikandaran jî darabeyên xwe careke din vekirin.

GEVER

Li navçeya Geverê esnafan bi armanca şermezarkirina komkujiya Pirsûsê dikanên xwe venekirin û xwendekar û mamoste ji bo Mamosteyê Îngîlîzî Suleyman Aksu yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da meşiyan.

Esnafên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan dikanên xwe venekirin û sazî û dezgehan di avahiyên xwe de putên reş daliqandin. Welatiyên navçeyê çûn mala Mamsoteyê Îngîlîzî Suleyman Aksu yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û sersaxî li malbatê dan. Xwendekar û mamosteyan jî ji bo Aksu meş li dar xist.

XWENDEKARAN ÎSYAN KIR

Bi sedan xwendekar û mamoste li ber Lîseya Andolu ya Şemsettîn Onay hatin cem hev û heya ber mala Aksu ya li taxa Dîze bi dirûşme û tîlîliyan meşiyan. Di meşê de xwendekaran wêneyên mamoste di singê xwe ve daliqandin û pankart û dowîzên "Zimanê fermî yê Tirkiyeyê komkujî", "Jiyana te dê ya min be", "Te li pey xwe gelek xwendekarên şoreşger hiştin", "Qatîl AKP" û "Lîstikên herî mezin ên te dê biriban Kobanê dê em bin" hatin hilgirtin. Xwendekaran bertek nîşanî wesayîtên polîsan ên zirxî yên li Kolana Dermanfiroşan hatin bicihkirin dan û piştî rêveberên HDP-DBP'ê ketin navberê û meş careke din berdewam kir.

'YEKÎTIYA PIŞTEVANIYA GELAN HEDEF HATIYE GIRTIN'

Di meşê de xwendekaran dirûşmeyên "Îsyan, îsyan", "PKK tolhildan", "Mamoste Suleyman nemir e", "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" û "PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin û sruda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştî meşê li ser navê girseyê Kenan Canan daxuyanî xwend û wiha got: "Ji bo li Kobanê pirtûkxane û parqa zarokan çêbikin diçûn. Lê bi êrîşekî hov şehîd ketin. Yekîtiya piştevaniya gelan hedef hatiye girtin. Em çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wan şermezar dikin."

AMED

Tîma Lîstokên Gelan a Amed S.K yê ya ku di pêşbirka Lîstokên Gelan da derbasî fînalê bibû, ji ber êrîşa Pirsûsê pêşbirk protesto kir û biryara neçûna pêşbirkê wergirt. Endamê Reveberiya Amed S.K.'yê Şîvezat Işik Zorlu da zanîn ku divê ev pêşbirk bê betalkirin.

Tîma Lîstokên Gelan ya Amed S.K yê ya ku di pêşbirka Lîstokên Gelan da derbasî fînalê bibû, ji ber êrîşa Pirsûsê pêşbirk protesto kir û biryara neçûna pêşbirkê wergirt. Tima Lîstokên Gelan bi vê biryarê dê neçin pêşbirka ku di 23-24'ê tîrmehê de li Stenbolê bihata lidarxistin. Tima Amed S.K. yê li odeya xwe ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Rêveberiya Amed S.K.'yê Şîvezat Işik Zorlu axivî û wiha got: "Li Pirsûsê ciwanên dilpak qetil kirin. Ew ciwan bi hestên paqij ji bo avakirina Kobanê çibûn wê derê lê kesên vê yekê hezm nekirin êrîşî wan kirin. Em dixwazin ku berpirsyarên êrîşê bên girtin û bên darizandin."

'DIVÊ EV PÊŞBIRK WERE BETALKIRIN'

Zorlu dxwest ku pêşkirka were lidarxistin bê betalkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo betalkirina pêşbirkê me serî li Federasyona Lîstokên Gelan da lê ew li me venegeriyan. Ew ciwan tenê ne ciwanên kurdan bû. ji Artvînê, ji Stenbolê, ji Îzmîrê bûn. Banga me ji ber ku li her bajarê Tirkiyeyê şîn federasyon vê pêşbirkê betal bike. Divê ev pêşbirk bê betalkirin. Em êrîşa ku li hemberî ciwanan pêk hatiye şermezar dikin û em ji bo wan tevlî fînal a pêşbirka lîstokên gelan nabin."

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ciwan û gel daketin qadan û komkujiya Pirsûsê şermezar dikin. Polîsan xwe li hember çalakiyan ranegirt û êrîşî çalakvanan kir. Seranserê navçeyê veguherî qada şer û pevçûn didomin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi boneya şermezarkirina komkujiya Pirsûsê, ji serê sibehê li navçeyê rageşiyek serdest bû. Di saetên piştî nîvro de li seranserî navçeyê li gelek noqteyan ciwan û gel daketin qadan û her dever kirin qada çalakiyê. Di çalakiyan de agir hatin pêxistin, li kûçe û kolanan ciwan û welatiyan barîkat danîn. Polîs bi wesayîtên zirxî çûn cihên çalakiyan û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakvanan kirin. Li Nisêbînê her dever veguheriye qada şer û di navbera polîs û ciwanan de li seranserî navçeyê pevçûn didomin.

Polîsan bi sedan bombeyên gazê bikar tînin û bi çavsorî êrîşê gel dikin. Her wiha polîs bi çekên namlû dirêj digerin. Hemû taxên navçeyên di bin bêhna gazê de maye.

JINA 48 SALÎ BIRÎNDAR BÛ

Li taxa Kişlayê di dema mudaxeleyê de ligel ku li kuçeyek çalakî tune bû jî polîsan, jina bi navê Naîle Agirman hedef girtin û guzeka piyê wê ya çepê bi bombeya gazê birîndar kirin. Rewşa Agirman a rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê baş e.

Li tevayî navçeyê pevçûn didomin.