BI DÎMEN

Gerîla Baran qetilkirina bavê xwe Kamber Morkoç nirxand

Kurê Kamber Morkoç ê li Erdexanê di mînîbusa ji aliyê tîmên taybet ve hat reşandin de jiyana xwe ji dest da, gerîla Baran got, "Heta ku dewlet dest ji qetilkirinê berde, em ê dest ji berxwedanê bernedin."

Kurê Kamber Morkoç ê di 13'ê Hezîranê de li Erdexanê di mînîbusa ji aliyê tîmên taybet ve hat reşandin de jiyana xwe ji dest da, gerîla Baran got, "Heta ku dewlet dest ji qetilkirinê berde, em ê dest ji berxwedanê bernedin. Bila ji bîr nekin; di her dilopa xwînê ha dirijînin de wê faşîzm li Kurdistanê bifetise."

Konsepta şer a AKP'ê ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kir, li Kurdistanê her roj dibe navê komkujiyeke nû.

Hikûmeta AKP, ji bo van polîtîkayên xwe yên qetlîamker, herêma Serhedê weke herêma pîlot bi kar tîne. Xeleka komkujiyan a bi pêvajoya hilbijartinên 7'ê Hezîranê re li Agirî destpê kir, li Erzîrom û Çewlikê dewam kir. Di 13'ê Hezîranê de jî li van komkujiyan yeka nû zêde bû.

Di 13'ê Hezîranê de li gundê Gundikê yê Erdexanê, mînîbusa gundiyan a ji zozanan vedigeriya, ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat gulereşandin û dûre tîmên taybet bombe avêtin mînîbusê. Di encama vê êrîşê de welatparêzekî bi navê Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da, yek ji welatiyên birîndar bû jî hînê di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji bo bijî, li ber xwe dide.

Di vê komkujiya ku yek ji komkujiyên bê hejmar ên dewletê ye de, her çend dewletê hewl da sûc bixe stuyê PKK'ê jî, careke din rûyê qetlîamker ê dewletê kifş bû.

Yên ku haya wan ji welatparêziya Morkoç hene dizanin ku ew bi zanebûn hatiye hilbijartin. Ji ber ku malbata Morkoç li herêmê weke malbateke nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tê naskirin. Yek ji zarokên malbatê ku li Bakur di nava siyaseta aktîf de cih digirin, ji ber zexta dewletê tevlî refên gerîla bû.

Gerîla Baran da xuyakirin ku zexta dewletê ya li hemberî malbata wan qet neqediya ye û her çend qetilkirina bavê wî bandoreke giran lê kiribe jî bi metaneteke mezin soza têkoşînê dubare kir.

Baran anî ziman ku li Erdexanê, dewlet ji ber tirsê gelê Kurd ê welatparêz dîsa qetil dike û diyar kir ku bi vî rengî dewleta sala 93'an ji nû ve hatiye zindîkirin.

Baran da zanîn ku gelê Kurd ti carî li hemberî dewletê ne qels ne jî bêçare mane û got, "Mirin her tim heye, wê hebe jî. Lê belê divê dewlet vê ji bîr neke; em her tim ji bo mirineke bi rûmet amade bûn û em amade ne. Heta ku dewlet dest ji qetilkirinê berde, em ê dest ji berxwedanê bernedin. Bila ji bîr nekin, ku di her dilopa xwînê ya ew dirijîne de, wê faşîzm li Kurdistanê bifetise."

Baran da xuyakirin ku qetilkirina bavê wî hem hêrsa gelê Kurd hem jî hêrsa wî bi hezar qatî zêde kiriye û got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet eger pêwîstî pê hebû divê mirov zanibe bi rûmetî bimirin. Bavê min dema mir got, 'li dû min negirîn, serbilind bin, bi rûmetdarî bimeşin ku kêfa dijmin neyê. Min dijmin kêfxweş nekir, hûn jî kêfa dijmin nînin'. Ne tenê baveke di heman demê de hevrêyekî min e. Lewma ji malbata xwe û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazim."