Li Şengalê wêneyên beriya fermanê û jiyana li wir…
Ev wêne li Şengala pîroz hatine kişandin. Rûyên zarokên beriya fermanê, di bihara 2014'an de, jiyan li dora cihên pîroz dihûnandin.
Ev wêne li Şengala pîroz hatine kişandin. Rûyên zarokên beriya fermanê, di bihara 2014'an de, jiyan li dora cihên pîroz dihûnandin.
Ev wêne li Şengala pîroz hatine kişandin. Rûyên zarokên beriya fermanê, di bihara 2014'an de, jiyan li dora cihên pîroz dihûnandin. Di çavên zarokan de metirsiya fermanê ne diyar e. Lê tenê di çavên wan zarokan de tiştekî tê gotin heye, ew jî ev e, em di bedenên dayikên ferman ji bîr nekirin de bi jiyanê hesiyan, bi pîrozî û serpêhatiyên gelê xwe hesiyan.
Zarok bi çavên xwe dibêjin ku em hîne zarok in û li biharê şadibin. Lê ew zarok ne di ferqê de ne ku di mêzekirina çavên wan de gelek pirs hene. Pirsên di çavên wan zarokan de weke lodekî komî ser hev bûbûn, ji ber çavên me nereviyan û me ji neçarî xwendina wan pirsan dikirin. Ji lodê pirsan çend ji wan ketin ber rêzenivîsa min. Ma ne yê ku nayê kuştin zarok û dayik in? Ma ne yê ku jiyanê av dide û xweşik dikê dayik e? Ma ne yê ku me fêrî heskirina roj, agir, av û axê dikê dayik e? Ma ne dayik bi zarok pîroz e û zarok jî bi dayik ve pîroz e?
Cîhana zarokên ku ji fermanê xeberdar nînin, kelecana biharê li hev par dikin û di kêliya objektîfa makîne dizivirê ser wan de em vê rastiyê dixwînin 'Wê ev wêneyên me yên beriya fermana 74'an li ser pirtûkên di destan de digerin bibin mêvan û me bînin ziman'. Wê zarok û dayikên di fermana 74'an de pêxas, birçî, tî û bi çavên rondik tijî, ketin ser wan rêyên bê dawî, di rûpelên dîroka mirovatiyê de bibin kêliya serçemandina peyv û hevokan.
Wê ev wêneyên me di destê gerîlayên, çiya bi çiya digerinde bibin mêvan û biherikin nav dîroka xwe ji nû ve dihûnê. Wê gerîla ji fermanê re bêje bes e îro em bi hezaran Edûlê û Derwêş hene. Wê gerîla bêje 'Ez im ê şer bikê, ez im y ku dilê xwe bişînê di bedena zarokan de lê bidê, ez im ê ku ji zarokên Şengalê re bihara zayin û xweşikahiyan bînê û biafirînê.’
Em ji bîr nekin çavên me fêrî wêneyên di fermanê de hatine kişandin bûne, lê wêneyên ji fermanê xeberdar nînin jiyan bi hemû teyisandinan ve hembêz kirine û bang li tevan dikin em jî destê xwe bidin wan heta jiyan pişta xwe nedê me.