Şehîdên Pirsûsê ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin
Serhat Devrîm, Med Alî Barûtçû û Mucahît Erol yên ji Muşê û ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin definkirin.
Serhat Devrîm, Med Alî Barûtçû û Mucahît Erol yên ji Muşê û ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên 3 ciwanên ji 32 kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, ji bo definkirinê anîn Mûşê. Cenazeyên Serhat Devrîm, Med Alî Barûtçû û Mucahît Erol li Şenyala bi konvoyekê hat pêşwazîkirin. Girseya gel ji vê derê bi konvoyê çû Xaçerêya Dortyolê, li vir ji wesayîtan peya bû û ber bi Qada Şaredariyê ve meşiya. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û parlamenterên HDP’ê beşdarî meşê bûn. Girseya ku nêzî 10 hezar bû, bê navber dirûşme berz kir.
Kalê Serhat Devrîm, Maşallah Devrîm di merasîmê de axivî û diyar kir ku kurê wî ne ji bo şer ji bo alîkariyê diçû Kobanê, ji bo parastina namûsa xwe diçû Kobanê. Devrîm anî ziman ku bi hevkariya DAIŞ û AKP’ê ciwan hatine bombebarankirin û da xuyakirin ku gelê Kurd bi mirinê naqede.
Bavê Med Alî Barûtçû, Alî Riza Barûtçû jî destnîşan kir ku hevalên wî wê doza wî li erdê nehêlin û got: "Bila dijminên me baş bizanin. Bi kuştinê nekarin me biqedînin. Med Alî hem heval û hem jî hevrêyê min bû. Kurê min her tim difikirî ku doza Kurdistanê çawa pêşve bibe."
Dayika Mucahît Erol, Besra Erol jî got: Ew şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Ev 40 salin xwîna gelê Kurd dirijînin. Ma hun têr nebûn? Kezeba min şewitî bila ya kesên din neşewite.Ez ji hevalên wî re serkeftinê dixwazim."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna got: "Me cenaze şand her aliyê welat. Ji vê saetê şûnde gotina bê gotin tine. Van malbatan hîna zarokên xwe defin nekirine, dibêjin aştî, Kurdistan û ji Ocalan re azadî. Li ser vê gotin tine.”
Piştî merasîmê ciwanan cenaze hildan û ber bi goristana Taşo ve meşiyan. Cenaze bi dirûşmeyan hatin definkirin.