Gunebakan û Aydin wê sibe bispêrin axê

Cenazeyên Çagdaş Aydin û Cebrail Gunebakan ên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan anîn Dêrsimê. Aydin û Gunebakan wê sibe bêne oxirkirin.

Cenazeyên Çagdaş Aydin û Cebrail Gunebakan ên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan anîn Dêrsimê. Aydin û Gunebakan wê sibe bêne oxirkirin.

Cenazeyên Çagdaş Aydin û Cebrail Gunebakan, piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tip a Edlî ya Dîlokê, anîn Dêrsimê. Parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê, hevşaredarên Dêrsimê û nûnerên gelek sazî û rêxistinên civakî jî di nav de bi sedan welatî, Aydin û Gunebakan pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê, cenazeyê Gunebakan ji navçeya Depê ya Elezîzê re hate şandin. Cenazeyê Aydîn jî anîn Mala Cem a Dîrsimê.

Cenazeyê Gunebakan wê sibê li gundê Kalkan a Depê saet di 13:00'an de bispêrin axê. Ji bo Aydin jî sibe saet di 10:00'an de destpêkê li Mala Cem a Dêrsimê pişt re jî li Qada Seyît Riza merasîm were lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeye Aydin li gundê Çexberî ya Pilurê bispêrin axê.