'Divê hikûmeta AKP’ê bê hejandin!'

Kongreya Gel a Mezopotamyayê, bal kişand ser berpirsyariya AKP’ê ya di komkujiya Pirsûsê de û diyar kir ku divê hemû bajarên Tirkiyeyê bên hejandin û ev rêveberiya îslamofaşîst bê hejandin.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê diyar kir ku AKP ji komkujiya Pirsûsê berpirse û wiha hat gotin: "Divê hemû bajarên Tirkiyeyê bên hejandin û ev rêveberiya îslamofaşîst bê hejandin."

Hevserokatiya Kongreya Gel a Mezopotamyayê, têkildarî komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ciwanên hatine qetilkirin li sînorê Pirsûsê di bin navê ewlehiyê de hatine lêgerînkirin û wiha hate gotin: "Lê bombeyê zindî yê ku nayê kontrolkirin û tê îdiakirin ku di otobusa yekem de ye, bi rehetî derbas dibe û li cihên ku berhev dibin bombeyê diteqîne."

'AKP DIJMINÊ GEL E'

Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Daxuyuniyên Erdogan û hikûmeta AKP’ê yên beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê, agahiya çalakiyên tarî yên bi vî rengî didan.  Bi mehan di çapemeniya civakî de û li qadên cuda, çeteyên DAIŞ’ê dertên holê û dewlet ti tiştekî nake. Ev jî nîşan dide ku bûyer bi destê yekîneyên îstîxbarata dewletê hatine kirin. Erdoganê Îslamofaşîst ku têkçûna 7’ê Hezîranê  nehemiland, li dijî HDP û saziyên Kurdan operasyon, girtin û sewqiyatên leşkerî zêde kiriye.  Gotinên vê zîhniyetê yên wekê ‘projeya biratiyê’ gotinên valane. Ev dijminê gel in.

Divê cenazeyên van şitlên ciwan bi ruhê şoreşa 1968 û 1974’an bê pêşwazîkirin û hemû bajarên Tirkiyeyê bên hejandin û rêveberiya îslamofaşîst bê hejandin.

Em wek Kongreya Gel a Mezopotamyayê ku saziyeke Gelên Suryanî-Asûrîne, careke din diyar dikin ku bi gelê Kurd û Tirkiyeyê re di nav piştevaniyê de ne. Em ji malbatan re careke din sersaxiyê dixwazin  û yên komkujî pêk anîne lanet dikin."