‘Rêber Apo xeta me ya sor e’
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezarkirin. Gerîlayan diyar kir ku ew jiyanek bê Rêberê xwe qebûl nakin û wiha gotin: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezarkirin. Gerîlayan diyar kir ku ew jiyanek bê Rêberê xwe qebûl nakin û wiha gotin: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezarkirin. Gerîlayan diyar kir ku ew jiyanek bê Rêberê xwe qebûl nakin û wiha gotin: "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdek giran, di şert û mercên zor de li Girtîgeha Îmraliyê ku 16 sale tê ragirtin, gerîlayên HPG û YJA Starê der barê tecrîda li ser Rêberê xwe ji ANF'ê re axivîn.
‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE’
Gerîlayê HPG’ê Hebûn Mêrdîn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û dest nîşan kir ew azadiya Rêberê xwe dixwazin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez di serî de berxwedana 14'ê Tîrmehê di kesayeta Kemal Pîr de tevahî şehîdan bi bîr tînim û soza berdewamkirina rêya wan nû dikim. Weke tê zanîn ev demeke dirêj e tecrîdeke girankirî li ser Rêberê me heye û nêzî 4 heyv in em agahiyan ji Rêberê xwe nagirin. Ev jî di me de gumanên cidî der barê rewşa Rêber Apo de ava dike. Dewleta Tirkiyeyê jî dizanê Rêber Apo ji bo me xeta sor e û li hemberî vê ragirtina Rêber Apo di nava çar dîwaran de sebra me nemaye.”
Mêrdîn, diyar kir ku yê dibêjê bila gerîla çekan berdin bi sebra wan dilîyizîn û gotina xwe wiha berdewam kir: "Heta ku em azadiya Rêberê xwe misoger nekin kes nikarê çek berdanê bi me bidê pejirandin û ti kes nikarê me ji serê van çiyayan daxe. Em mîlîtanên Rêber Apo ne û ji bo azadiya Rêberê me çi ji destê me bê em amade ne bikin. Dewleta Tirkiyeyê bila baş zanibe ger em bi sebr nêzî vê pêvajoyê dibin bi saya Rêber Apo ye, naxwe li hemberî vê rewşa tecrîd û ragirtina Rêber Apo bi salan li Îmraliyê seira me gihiştiye asteke herî jor. Eger tiştek bi serê Rêberê me bê dewleta Tirkiyeyê berpirsyar e û em ê jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nekin û em qebûl nakin. Di vê demê de em weke gerîlayên Kurdistanê xwe di her awayi amade bikin û bi ruhê 14'ê Tîrmehê xwedî li Rêberê xwe derkevin."
‘SEROK APO HEBÛN Û TINEBÛNA ME YE’
Gerîlaya bi navê Sara Masîro tecrîda ku demeke dirêj li ser Rêberê wan dewam dike nirxand û wiha got: "Em bi ti awayi tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin, em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em di vê demê de xwe bi her awayi amade dikin, hem di aliyê îdeolojîk hem jî aliyê leşkerî de xwe perwerde dikin. Pêvajoya Rêber Apo destpê kir yek alî ma. Dewleta Tirk ji bilî xapandin û înkarê ti gavek neavêt. A rastî AKP'ê dest ji şerê taybet, psîkolojik û ji çêkirina qereqol û kelekolan berneda. Bi destekdayina DAIŞ'ê li hemberî gelê me yê Rojava şer û dijminahiya xwe berdewam kir. Em tenê dikarin fermana Rêberê xwe pêk bînin û ji derveyî wê ti kes nikarê jiyana bê Serok Apo li ser me û gelê me bide ferzkirin. Jibo me Rêber Apo tê wateya hebûn û tinebûna me. Ez bang li gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê dikim bila dakevin qadan û xwedî li Rêberê xwe derkevin."
‘RÊBERTÎ NEFESA ME YA JIYANÊ YE’
Gerîlayê bi navê Evîndar Cûdî jî diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê bi êrîşên xwe dixwazê çavan bitirsînê û wiha axaftina xwe domand: "Rêber Apo bi fedakariyek bêhempa pêvajoyek çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir. Û her wiha ji bo hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn modeleke Pergala Neteweya Demokratîk pêşkêş kir. Li hemberî fedakarî û berpirsyartiya Rêber Apo girte ser milê xwe, dewleta Tirkiyeyê bersiv bi kuştin, destekdayîna DAIŞ'ê, lêdan û girtinan da û xwest van hovîtiyên dikin bi me bidin pejirandin. Dewleta Tirkiyeyê peyameke wisa dixwaze bide me, Rêberê we di destê me de ye em kengî bixwazin, em dikarin destûra hevdîtinan bidin û kengî nexwazin destûra hevdîtinan nadin. Lê êdî em dibêjin, em ji derveyî azadiya Rêber Apo tiştekî din naxwazin. Di vê demê de ji bo Rêber Apo bersiva çi ji destê me bê em ê bixin dewrê. Ji ber ku rewşa Rêber Apo ji bo me îfadeya man û nemanê ye û li pêşiya her tiştî tê.
Em îro nizanin ka gelo rewşa Rêber Apo çi ye, ji ber ku Rêber Apo nefesa me ya jiyanê ye. Em ne alîgirên şer in lê eger li ser Rêberê me û gelê me êrîşên dewleta Tirkiyeyê berdewam bikin, em ê bêdeng nemînin û weke hêzên Rêber Apo û hêzên gelê xwe bersiv û helwesta me wê dijwar be. Em xwe li ser vî esasî amade dikin û di dawî de bang li gelê me, aqilmendan û hemû kesên ku dibêjin em alîgirên çareseriyê ne dikin, bila dengê xwe di vê demê de bilind bikin. Ez dawî de bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim bila ji bo azadiya Rêberê xwe werin serê çiya."
‘EM BI RUHÊ SEROK APO JIYANA AZAD DIAFIRÎNIN’
Gerîlaya bi navê Bêrîtan Êrîş dîtinên xwe yên der barê tecrîda li ser Rêberê wan wiha anî ser ziman: "Rêber Apo fizikî ne li gel me ye, lê her gava em di jiyanê de davêjin, bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo em davêjin. Ji ber em bi ruhê Rêber Apo jiyana azad diafirînin. Dewleta Tirkiyeyê dixwazê em jiyaneke bê Rêber Apo qebûl bikin, lê ti kes nikare me ji Rêberê me qut bike. Rêber Apo, gel û gerîla weke neynûk û goşt in û wê ti caran bê hevdu nebin. Em ê jiyaneke Rêber Apo têde nebe nepejirînin. Êdî dewleta Tirkiyeyê bila dev ji dijminahiya li hemberî gelê Kurd berde, bila êdî dev ji destekdayîna DAİŞ'ê berde. Dewleta Tirkiyeyê ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê ji bo xwe kiriye hedef, li hemberî gelê me Rojavayê Kurdistanê jî nefret û kîneke mezin diverişe. Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser gelê Kurd e."
Êrîş, di dawî de banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîste gelê me li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Rêber Apo bêdeng nemîne û berxwedanê bi ruhê 14'ê Tîrmehê bilind bike. Em jî weke hêzên fedayî û hêzên parastina Rêber Apo ji her demê zêdetir amade ne. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em heta ku azadiya Rêberê xwe misoger nekin, wê çek di destê me de bin û ti kes nikarê bikeve navbera me û Rêberê me."