Çenteyên şehîd û birîndaran hatin wergirtin

Çenteyên kesên li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de şehîd ketin û birîndar bûn ji aliyê rêveberên Navenda Giştî ya ESP’ê hatin wergirtin.

Çenteyên kesên li Pirsûsê di êrîşa bombeyî de şehîd ketin û birîndar bûn ji aliyê rêveberên Navenda Giştî ya ESP’ê hatin wergirtin.

Çente û alavên endamên SGDF’ê yên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn ji aliyê rêveberên navenda giştî ya ESP’ê ve hatin wergirtin. Çenteyên di dema teqînê de li Navenda Çand û Hunerê ya Amara bûn û zerar nedîtin, ji aliyê rêveberên Navenda Giştî ya ESP’ê ve li sr çenteyan ku navên xwediyên wan hatin nivîsandin hatin wergirtin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP’ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku wê çenteyan li navenda giştî kom bikin û paşê radestî malbatan bikin. Tumuklu got ku ji bo çenteyan teslîm bikin wê li benda malbatan bin û got: "Polîsan dest danîne ser hemû çente û alavên di dema teqînê de li derdorê belav bûne. Me çenteyên li emniyetê jî xwest. Lê rayedarên emniyetê gotin ku heta xwediyên çenteyan an jî xizmek wan neyê nadin. Mixabin piranî xwediyên çenteyên li emniyeê şehîd ketin. Em ti wateyê nadin vê helwesta emniyetê.”