Komkujiya li Pirsûsê li Awûstralyayê hat protestokirin: Kujer AKP ye
Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi sedan Kurdistanî û dosten wan li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê, komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin.

Di xwepêşandana ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin de, NAV-KURD, Komela Welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê, Navenda Çandê ya Anatoliyê, Navneda Çandê ya Tirkiyeyiyên Awûstralyayê, Mala Cem a Hallaci Mansûr amade bûn.
Li ser navê Însiyatîfa Ciwanan a Melboûrne Denîz Ozer li vir peyivî û got, "Ya ku bi dehan ciwanên ji çar aliyên Tirkiyeyê çûn Pirsûsê kirin, bi tenê tevlîbûna li xebatên avakirina Kobanê û birina pirtûk û pêlîstokan ji bo zarokan bû."
'KUJERÊ RASTEQÎN HIKÛMETA AKP Û ERDOGAN E'
Ozer di dewama axaftina xwe de got, "Kujerê rasteqîn ê vê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye. Davûtoglû çima navê du gumanbarên çalakî kirin, red kir? Gelo ne hikûmeta AKP bû li Roboskî 33 ciwan qetil kir, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê di mîtînga HDP'ê ya li Amedê de komkujî kir? Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan çima neçû Pirsûsê û sersaxî ji malbatan re nexwest? Çima? Ji ber ku di armancên qirêj ên DAIŞ'ê de rola wan heye."
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Kujer Erdogan ev agir wê te jî bişewitîne", "Şehîd Namirin", "Li Pirsûsê komkujî heye, bêdeng nemîne" hatin qîrîn.