Li Kobanê Daristana Şehîdên Pirsûsê hat avakirin
Ji bo dilsoziya bi 31 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li herêma Kaniya Kurdan a Kobanê bi navê baxçeyê azadiyê “Daristana Şehîdên Pirsûsê” hat avakirin.
Ji bo dilsoziya bi 31 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li herêma Kaniya Kurdan a Kobanê bi navê baxçeyê azadiyê “Daristana Şehîdên Pirsûsê” hat avakirin.
Ji bo dilsoziya bi 31 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin li herêma Kaniya Kurdan a Kobanê bi navê baxçeyê azadiyê “Daristana Şehîdên Pirsûsê” hat avakirin.
Ji bo pêkanîna xeyalên ciwanên SGDF’yî yên xwestin derbasî Kobanê bibin û baxçeyê azadiyê ava bikin lê di êrîşa li Pirsûsê hatin qetilkirin gava yekem hat avêtin. Endamên Yekîtiya Ciwanan a Demokratîk a Rojava û SGDF’ê yên li Kobanê li herêma Kaniya Kurda ya di dema berxwedanê de bû qada qehremaniyên mezin bi baxçeyê azadiyê, “Daristana Şehîdên Pirsûsê” ava kirin.
Di çarçoveya xebatên danê êvarî de li herêmê 250 şitil hatin çandin. Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim, nûnerên rêxistina ciwanan, endamên SGDF’ê, şervanên MLKP’ê û gelek welatiyên Kobanê tevlî çandina şitlan bûn. Di çandina şitlan de dirûşmên, “Şehîd Namirin” hatin gotin.
Beriya ku dest bi çandina şitlan bê kirin axaftin hatin kirin. Destpêkê bi navê Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojava Şêrîn Osman anî ziman ku êrîşa li Pirsûsê hat kirin lanet dikin, êrîş bi hevkariya neqebûlkirina serketina YPG/YPJ’ê yên li Rojava û ruhê piştevaniyê yê derket holê ye. Osman da zanîn ku wê xwedî li pira biratiyê ya ciwanan dixwest ava bikin derkevin, ji ciwanên Rojava re jî banga parastin û xwedîderketina şoreşê hat kirin.
Piştî Osman endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SGDF’ê Medîne Ozmez jî got: “Ji bo pêkanîna xeyalên hevalên me yên li Pirsûsê hatine qetilkirin me destpêkê dest bi avakirina baxçeyê azadiyê kir. Her wiha ji bo xwedî li bîranînê wan derkevin em ê hîn xurtir xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Em careke din jî ji vê derê nîşan didin ku xîmê pira biratiya gelan a hevalên me dixwest saz bikin çi qasî xurt e. Ji bo bicihanîna xeyalên wan em ê bi hemû hêza xwe avakirinê bikin.”
Herî dawî jî Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî diyar kir, li hemberî êrîşan parastina mirovahiyê dewam bikin û got, “Ciwanên ku bi dirûşma, ‘Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin’ derketin rê pêwîst e ji her kesî re bibin mînak. Ev pêkhateyên derveyî mirovahiyê yên ev êrîş pêk anîn bi ti şiklî wê negihêjin armancên xwe.”
Piştî axaftinan bi dehan welatiyan li baxçeyê azadiyê dest bi çandina şitlan kirin, ciwan “nemir” kirin.