Gel ji bo şehîdên xwe li Gazî kom dibe

Cemîl Yildiz ê ESP’yî û bavê şehîd Îsmet Şeker ên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan wê li Goristana Gazî bên oxirkirin.

Cemîl Yildiz ê ESP’yî û bavê şehîd Îsmet Şeker ên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan wê li Goristana Gazî bên oxirkirin.

Tevî ku dewletê ji bo tevlîbûna merasîma cenazeyan asteng bike îro girt ser buroyên partiyan û malan jî gelê Gazî ji bo li şehîdên xwe xwedî derkeve tê mala cem. Dewleta danê sibehê girt ser buroya ESP’ê û malan danê nîvro jî bi guleyên plastîk êrîş birin ser ESP’yiyên ku li ser cadeyan alên ESP’ê dadiliqînın.

Li ser Cadeya Îsmetpaşa ya bi alên sor hatiye xemilandin wesayîtên zirxî yên polîsan digerin û ciwanan tacîz dikin. Ciwan dem dem keviran diavêjin, derdikevin pêşiya wesayîtan.

Malbat, dost  û hevrêyên şehîdan li mala cem rawestiyane û dem dem lorîk bilind dibin.

Tê payîn ku cenazeyê Hevseroka HDP’a Maltepe jî bînın Gazî.