Cenazeyê Mamosteyê Îngîlîz Suleyman Aksu yê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna zêdehî 50 hezar kesan hat definkirin. Di dema karên definkirinê pêk dihatin li navçenda sûkê polîsan êrîş li ciwanan kir û pevçûn derketin.
Cenazeyê Mamosteyê Îngîlîzî û Endamê Egîtîm Senê Suleyman Aksu (26) ê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyaa xwe ji dst da piştî karên otopsiyê anîn Geverê. Cenazeyê Aksu li ser Pira Şakîtan bi girseyî hat pêşwazîkirin û ber bi navçeyê ve derxistin rê. Dema cenaze ber bi navçeyê ve dihat du wesayîtên bê plaqa bû semdea panîkê. Endamên YDG-H'ê jî li nokteyên startejîk ên navçeyê ewlehî girtin û li dora goristanê tedbîr girtin.
NAVÇE BER BI ŞEHÎDGEHÊ VE MEŞIYA
Cenazeyê Aksu dema hat ber avahiya rêxistina AKP'ê lê ya Atasoy girseyê dirûşmeyên "Qatîl DAIŞ hevpar AKP" berz kirin. Polîsan bi dehan wesayîtên zirxî li ber avahiya AKP'ê tedbîr girtin û welatiyên di avahiyê de jî bi alên hijandin konvoya cenaze silav kir. Pişt re konvoya cenaze ber bi Pira Abdullah Canan ve çû û pêşiya konvoyê ji aliyê tîmên taybet ve hat girtin. Pişt re konvoya cenaze li ser vê yêk li Qada Azadiyê ket navenda navçeyê. Ligel parlementerên HDP'ê, gelek mamost û xwendekar jî tevlî pêşwazîkirina cenaze bûn. Pişt re cenaze ji aliyê girseyê ve hat wegirtin û birin Mizgefta M. Şerîf.
XWENDEKARAN: MAMOSTE ME DERSA TE YA DAWÎ BAŞ FÊM KIR
Di meşê de girseyê bi hev re çeteyên DAIŞ'ê û AKP lenet kirin. Xwendekarên Aksu jî dirûşmeyên "PKK tolhildan" û "Îsyan îsyan" berz kirin. Xwendekaran pankarta "Mamoste Suleyman me dersa te ya dawî baş fêm kir" vekirin. Deh hezaran kesên kombûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Aksu û alên PKK, KCK, YPG, YJA Star û Egîtîm Senê vekirin.
JI BO HELALIYÊ BIRIN MALÊ
Dema girse li ber mizgeftê disekînî cenazeyê Aksu ji bo helaliyê bigirin bi wesayîtê birin malê. Cenazeyê Aksu pişt re li ser milan birin malê û bi ala PKK'ê hat pêçandin û danîn ber derê malê. Pişt re sîniya henê û şekir danîn ser darbestê. Pişt deme şunda darbest Aksu careke din anîn mizgeftê û vecîbeyên olî pêk hatin. Pişt re girseyê bi meşê darbesta Aksu hilgirt û ber bi Şehîdgeha Ormanê ve meşiyan.
Piştî meşê cenazeyê Aksu bi dua û dirûşmeyan hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sruda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Pişt re Nûnerê MEYA-DER'ê Cengîz Ortaç axivî û komkujî lenet kir. Ortaç anî ziman ku ew dê xeyalên Mamoste Suleyman pêk bînin. Parlementerê HDP'ê Nihat Akdogan jî axivî û çeteyên DAIŞ'ê bi çekên AKP'ê Kobanê hilweşandin.
Birayê Aksu Îhsan Aksu jî ji ber gelê Geverê xwedî li şehîdê xwe derket spasiyên xwe kirin û wiha got: "Şehîd ê hemû Kurdistanê ye. Bi hezaran rêhevalan canê xwe fida kirin û Kobanê bernedan. Niha jî mamoste, xwendekar, parêzer û doktoran ji bo axa pîroz canê xwe fida kirin."
POLÎSAN PEVÇÛN DERXIST
Piştî axaftinan deh hezaran kes hatin konê sersaxiyê yê li taxa Dîze hatî vedan. Di vê navberê de polîsan êrîş li ciwanên li nava sûkê ewlehiya gel digirtin kir. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş li ciwanan kir û ciwanan jî bi kevir û molotofan bersava polîsan da.
Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.