Cenazeyê Çagdaş Aydin li Dêrsimê hat oxirkirin

Cenazeyê Çagdaş Aydin ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.

Cenazeyê Çagdaş Aydin ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Bavê Aydin Fethî Aydin got "Ew kurê min na rêhevalê min bû" û wiha got: "Di teqînê de ez li cem wî bûm. Çagdaş ez derbas kirim." Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle diyar kir ku yên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan di rêya Denîz, Mahîr û Îbrahîman de dimeşiyan.

Cenazeyê Çagdaş Aydin (27) ê di êrîşa Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsimê bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Qîrîna dayika Aydin Saniye Aydin bû sedema demên hestiyar. Xalê Aydin Alî Ekber Uçar jî lîstokek da destê xwe û wiha got: "Niha Çagdaş ber bi dawîbûnê ve dimeşe. Em ê hesab vê yekê bipirsin."

Cenazeyê Aydin piştî merasîma Cemxaneya Dêrsîmê ji aliyê girseyê ve hat girtin û bi alên sor ber bi Qada Seyîd Riza ve birin. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Endama Meclîsa ESP'ê Munevver Îltîmur di merasîmê de axivî û diyar kir ku ligel komkujiyên Koçgirî, Dêrsîm, Roboskî, Mereş, Sêwas û Geziyê têkoşîna wan ranewestiya û komkujiya Pirsûsê jî têkoşîna wan ranawestîne.

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku bi hev re êş parvekirin û wê îro jî ji bo heman êşê parve bikin hatin cem hev. Dîcle anî ziman ku ji ber têkoşîna 40 salin li Kurdistanê 40 salin êrîşan dijîn û wiha got: "Ev şer gelek bêrêgez û bêexlaq tê meşandin. Dibêjin exlaqekî şer heye. Wan ev exlaq jî winda kiriye."

YÊN JIYANA XWE JI DEST DAN RÊHEVALÊN DENÎZ, MAHÎR Û ÎBRAHÎMAN IN

Dîcle da zanin ku ciwanên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan ji bo piştgiriyê bidin tiştên Harun Karadenîzan, Mahîran, Denîzan û Îbrahîman li wir bûn û di rêya wan de dimeşiyan û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ya destûra ew derbasî Kobanê bibin neda rasterast ji ewlehiya wan berpirsiyar e û li gel vê yêkê ji bo êrîşê asteng bike tiştek nekir. Hişmendiya AKP'ê û hikûmeta AKP'ê di Tayyîp Erdogan de şênber bûye û ti ferqî bi hişmendiya DAIŞ'ê tineye. Gelê Kurdistanê û Birêz Ocalan teqez ji çanda sertewandinê re nabêje erê."

'ÇAGDAŞ EZ DERBAS KIRIM'

Bavê Aydin Fethî Aydin jî axaftina xwe bi gotina "Ew kurê min na rêhevalê min bû." Aydin anî ziman ku bi Çagdaş re 31 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Rêhevalno Çagdaş nemir., bi hezarn û bi mîlyonan Çagdaş hene.Em ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê AKP'ê ve hatin qetilkirin. Di teqînê de ez jî li cem bûm. Çagdaş ez derbas kirim. Weke Rêheval Huseyîn Demîrcîoglu jî got, 'Yekemîn ez li wir bûm.' Ji bo Kurdistanekî Azad û civakekî sosyalîst berdêl bên dayîn em amade ne. Em weke neviyên Seyîd Riza mezin bûn. Ji bo civakekî sosyalîst an bi hev re an jî tune."

Piştî axaftinan cenazeyê Aydin anîn gundê Çaxberî yê navçeya Pulurê ya Dersîmê li wir hat definkirin.