HDP ji bo vekirina deriyê sînorê Bakur û Rojava pêşniyarpirs da meclîsê

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî ji bo Deriyê Sînor ê Girêmîra ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de ye pêşniyarpirs da Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Nurettîn Canîklî. Guneylî xwest ku deriyê sînor bê vekirin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî ji bo Deriyê Sînor ê Girêmîra ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de ye pêşniyarpirs da Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Nurettîn Canîklî. Guneylî xwest ku deriyê sînor bê vekirin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî, ji bo Deriyê Sînor ê Girêmîra yê Nisêbîna Mêrdînê were vekirin pêşniyarpirs da Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Nurettîn Canîklî. Guneylî xwest ku Canîklî pirsên wê ji bo deriyê girtî daye bibersivîne. Guneylî di pêşniyarpirsê de got ku bi salan e Deriyê Sînor yê Girêmîra bi awayekî çalak ji bazirganiya sînor re vekiribû û da zanîn ku ji sînorên herî girîng yê ku debara gelê heremê bi bazirganiya wan pê dibe ev derî ye û ji ber girtina derî gel nikare bazirganiyê bike.

Guneylî da xuyakirin ku ligel ku li Qamişlo pevçûn tune ye jî lê dîsa deriyê sînor girtiye û wiha got: “Gelek deriyên din ên sînorê Sûriyeyê ligel ku ji ber wan şer û pevçûn heye jî lê dîsa vekirîne û nehatine girtin. Ev dera ku şer lê tune ye deriyê sînor girtî ye. Tu kes nizane bê ev derî ji bo çi hatiye girtin. Girtina vî derî zirarek mezin a aborî dide gel û welatiyan teşvîkî qaçaxtiyê dike.”

Guneylî van pirsan li Canîklî kir: “Deriyê Sînor ê Girêmîra çima û kengî hate girtin? Beriya ku derî bê girtin jêhatina bazirganiya Deriyê Sînor ê Girêmîra çiqas bû? Çend malbatên ku debara xwe bi bazirganiya derî derbas dikirin hebûn? Ji ber derî girtiye hejmara kesên ku bêkar mane çiqas in? Li Nisêbînê ligel ku gelek serlêdan hene jî çima derî nayê vekirin? Dema derî bê vekirin hûn difikirin ku wê çend kes ji xwe re kar bibînin. Ji bo derî bê vekirin ji aliyê wezareta we tu hewldan çêbûne an jî wê hewldan bên kirin?”