Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şerê li Semsûrê

HPG'ê da xuyakirin di 20'ê Tîrmehê de, ji ber leşkerên Tirk ên derketin operasyonê û hêzên gerîla li hev rast hatin şer derket û di encamê de çawişekî pispor hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê 20'ê Tîrmehê yê li Semsûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hat dayîn: "Di 20'ê Tîrmehê de li qada bajarokê Komir a ser bi navenda Semsûrê, artêşa T.C a dagirker bi desteka pêgerên hewayî yên bi mirov û bê mirov re dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Danê nîvro, ev hêza operasyonê û hêzên me yên gerîla li hev rast hatine û ji bo demeke kurt şer qewimiye. Di vî şerî de çawişekî pispor miriye, 2 leşker birîndar bûne. Operasyon li herêma di navbera bajarokên Komir û Kûyûcakê bi berfirehî dewam dike. Tevgera keşfê ya bi pêgerên hewayî yên bêmirov re, dewam dike."