Şerê li Hesekê di roja 29. de ye
Li bajarê Hesekê, ku rejîma Sûriyeyê nekarî biparêze, şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê di roja 29. de ye.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên bi lez nuqteyên DAIŞ'ê ji rejîma Sûriyeyê stend ji çeteyan paqij kirin, Taxa Ezîziye, Vîlayetê Sor, navenda elektrîkê, Pira Spî û eglek nuqteyên stratejîk rizgar kirin.
Şervanên YPG/YPJ'ê herî dawî yek ji nuqteyên stratejîk ên Neşwayê, çarrêya Neşwa azad kirin.
Şervana YPJ'ê Denîz Hesekê ya di operasyona azadkirina çarrêya Neşwa de cih girt got, "Weke YPJ em ê gelên xwe yên Ereb, Kurd û Suryanî yên li Hesekê heta dawiyê biparêzin. Li her derê, li Reqa jî, li Mûsilê em ê her li dû DAIŞ'ê bin, em ê dest ji wan neqerin."