Cînakli yê di êrîşa kontrayan de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Fesîh Cînakli (30) di encama êrîşa çekdarî ya komên kontre de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya dihat dermankirin 45 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Fesîh Cînakli (30) di encama êrîşa çekdarî ya komên kontre de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya dihat dermankirin 45 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Piştî kuştina Serokê Yenî ÎHYA-DER'ê Aytaç Baran di 9'ê hezîranê de hat kuştin komên kontra bi çekan daketin kolanê û welatî gulebran kirin. Koma kontra gule bera serê Fesîh Cînakli (30) da û bi giranî birîndar bû. Cînakli rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşa komên kontra de 3 HDP'î hatibûn înfazkirin û 2 jê bi giranî 8 welatî jî birîndar bibûn. Komên kontra di 9'ê hezîranê de li ber firna Deriyê Sarayê ya Sûra Amedê ji pişt ve gule bera serê Cînakli da û bi giranî birîndar bû. Cînakli rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û li wir hat ameliyatkirin. Cînak li ev 45 roj in li wir beşa lezgînî ya nexweşxaneyê û 45 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku malbata Cînakli piştî otopsiyê cenazeyê wî ji morgê wergirin û li Goristana Yenîkoyê defin bikin.