Li cihê komkujiyê çalakiya nobetê di roja duyem de ye
Li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê li hember ciwanên SGDF’yî êrîşa bombeyî pêk hat, çalakiya nobetê ya duh ji aliyê hunermendên Kurd ve hat destpêkirin di roja duyem de ye.

Hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM)’ê bi daxuyaniya ku duh weşandin li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê li hember ciwanên SGDF’yî êrîşa bombeyî pêk hat ku dest bi çalakiya nobetê kirin, nobeta xwe îro dewrî hunermendên Botanê kirin.
Hunermendên li pêşiya navendê wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin danîn û pankarta, "Şehîdên Komkujiya Pirsûsê, şehîdên yekîtiya pir rengiyê ne" vekirin daxuyanî dan.
Hunermend Bulent Turan daxuyanî da û got, “Em weke hunermendên NÇM’ê, komkujiya li navenda çandê hat kirin lanet dikin. Em weke hunermend di roja duyemîn a şîna 5 rojan de em ê nobetê teslîmî hunermendên Botanê bikin. Em weke xebatkarên çandê li cihê nobetê di pêşwazîkirina pêwîstiyan û xizmetê de bixebitin. Ji bo ewlehiyê her kesî ku bikeve navendê wê bêne kontrolkirin. Em ê 5 rojan li vir bin.”
Îro emdamên Komeleya Çandê û Piştevaniya Kurecikiyan serdana Navenda Çandê ya ku komkujî lê pêk hat kirin.
Endamên komeleyê nerazîbûnên xwe bi vekirina pankarta “Pêlîstok ji zarokan re zêde dîtin. Em komkujiya Pirsûsê lanet dikin” Û dirûşmên “Kujer DAIŞ, hevkar AKP’ê” gotin. Serokê Komeleyê Îbrahîm Dûman bi navê endamên komeleyê daxuyaniyek kurt da û got, “Dixwazin hemû bindestên li vî welatî tine bikin. Bila emperyalîst, serdest û keriya kujeran a wan DAIŞ bibihîze; hûn nikarin me tine bikin. Vê yekê bixin wan mejiyên xwe yên biçûk de, em li vir in.”