HDP û HDK’e ji bo meşa protestokirina DAIŞ’ê ya 26’ê Tîrmehê bangawazî kir

Amadekariyên meşa 26'ê Tîrmehê bi tevlîbûna HDP, HDK, gelek partiyên siyasî û rêxistinên kedê li Stenbolê li hemberî DAIŞ'ê pêk bê berdewam dikin.

Amadekariyên meşa  26'ê Tîrmehê bi tevlîbûna HDP, HDK, gelek partiyên siyasî û rêxistinên kedê li Stenbolê li hemberî DAIŞ'ê pêk bê berdewam dikin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê bang li Enternasyonala Sosyalîst, Partiya Çep a Ewropa, SYRÎZA, PODEMOS û gelek rêxistinên din ên mezin kirin ku tevlî meşa li hemberî DAIŞ'ê bibin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bang li Partiya Çep a Ewropa, Partiya Sosyalîst a Ewropa, Enternasyonala Sosyalîst, Partiya desthilatdar a Yunanîstan SYRÎZA, Partiya Çep a Elemanya, partiya PODEMOS a Îspanyayê, sefîr, saziyên ciwanan, Bloka Aştiyê û gelek saziyên din kirin ku tevlî meşa 26'ê Tîrmeha 2015'an li Stenbolê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêk bê bibin kir. Di bangawaziya hevserokan de ba lkişand ser êrîşa 20'ê Tîrmehê li hemberî ciwanên enternasyonalîst ên ji bo piştevaniyê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin pêk hat û di êrîşê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 100 kes birîndar bûn.

Di metnê de wiha hat gotin: "Her çiqas berpirsiyarê êrîşê DAIŞ bê dîtin jî berpirsiyarê sereke hikûmeta AKP'ê ya li Tirkiyeyê bi israr li hemberî DAIŞ'ê ti tedbîr negirtin û hêzên navneteweyî yên piştgiriyê didin DAIŞ'ê ne. Divê êdî hêzên pêşketî yên navneteweyî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û rêxistinên wisa hê bêhtir hevkariyê pêk bînin û ev yek peywireke dîrokî ye. Koordînasyona Bloka Aştiyê ya di nav de partiya me HDP jî heyî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê 26'ê Tîrmeha 2015'an li Stenbolê bi mîlyonan em tên cem hev û meşekê li dar dixin. Ji ber vê yekê yên piştgiriya demokrasiyê dikin û bi azadiyê bawer li hemberî DAIŞ'ê û rêxistinên wisa tevlî meşa me bibin û em bang li hemû gelan dikin tevlî meşê bibin."