PKK'ê 'şehîdên meha Tîrmehê' bibîr anî û got, "Şehîdên me, rehên me yên jiyanê û endamên me yên afirîner ên rasteqînin, ku mîna şitil û toveke ji her şêwe şoreşgerî, teorî, pratîk, huner û siyasetê, rehê xwe berdane nava xaka me."
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 22 tîrmehê 2015, 14:00
PKK'ê 'şehîdên meha Tîrmehê' bibır anî û got, "Şehîdên me, rehên me yên jiyanê û endamên me yên afirîner ên rasteqînin, ku mîna şitil û toveke ji her şêwe şoreşgerî, teorî, pratîk, huner û siyasetê, rehê xwe berdane nava xaka me."
Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 'Şehîdên meha Tîrmehê' bibîr anî. PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Şoreşgeriya PKK'ê, pêngaveke şoreşgerî ya dîrokî ya gelekî watedar e. Hêmana zanebûn, fedekarî û cesaretê ya wê, gelekî mezin e. Berxwedêriya PKK'ê îro li her derê mîna abîdeyekê bilind dibe. Û hemû berxwedanên me berxwedanên destanî ne. Ev berxwedan ji hezar teorî û ji hezar nîqaşê bêhtir şoreşgerî ye. Nirxên hatine afirandin jî, nirxên ewçend civakî û dîrokî ne, ku gelê me di nava serdema modernîst de dikarin bi tena serê xwe temsîl bikin. Afirînerên van hemû nirxên me şehîdên me, rehên me yên jiyanê û endamên me yên afirîner ên rasteqînin, ku mîna şitil û toveke ji her şêwe şoreşgerî, teorî, pratîk, huner û siyasetê, rehê xwe berdane nava xaka me. Di nava PKK'ê de rastiya şehadetê ev e û PKK xwedî dilekî ewçend mezin e. Hemû rehên biçûk jî bi vî dilî ve xwe girê didin û xizmetê ji xurtbûna vî dilî re dikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di rewşeke welê de ne ku van nirxên abîdeyî bigihînin asteke wesfdarî" û ev xal hat destnîşankirin: "Ev merhale merhaleyeke herî cidî ya têkoşîna me ya neteweya demokratîk e. Yanî ev merhale demeke her şêwe avabûnên ciavkî û neteweyî li ser bê rûniştandin e. Di vê demê de eger em berxwedana xwe xurt bikin, em ê têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya salan, bi serketinê re tacîdar bikin. Ji ber ku berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdan û daxwazên wan ji me hene. Wezîfeya me ye ku bi her awayî em tevlî wan bibin. Li ku dera cîhanê dibin bila bin, em li ku derê dijîn, çi birçî, xizan, çi jî dewlemend, eger em ê behsa taybetmendiyên xwe yên mirovahî, sosyalîst an jî welatparêziyê bikin; hingî deynên me hene ku divê em bi xurtî, bi rêzdarî û bi daxwaza xwe xwedî lê derkevin û bidin. Wê demê, bicihkirina hemû şehîdan di dil de, neqişandina bîranîn û taybetmendiyên wan li kesayetiyê, wê hêz, cewher û pêngava mezinbûnê be."
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de bal hat kişandin ser van xusûsan:
"Li ser vê bingehê em şehîdên Tîrmehê bibîr tînin û di serî de şehîdên me yên partîbûyînê, di şexsê hemû şehîdên me yên navên wan derbas dibin, ji nû ve bîranîna wan, wezîfe û berpirsyariya me ye. Li gorî vê yekê;
Ji şehîdên me yên partîbûyînê hevrê Hayrettîn Erturk ê ji Agirî, tevî temenê xwe yê ciwan jî, bi sekna xwe ya gihîştî, dilnizmî û taybetmendiyên xwe yên propagandîst re bal dikişand û yek ji kadroyên me yên pêşeng ên bi cesareta xwe derdiket pêş bû. Di Tîrmeha 1979'an de li Agirî di encama êrîşeke çekdarî ya faşîstan de hevrê Hayrettîn şehîd ket. Di cih de tola hevrêyê me hatiye hildan û vê çalakiyê çeteyên faşîst ên xwîn dirijand, şikandiye. Em ê jiyan û kesayetiya hevrê Hayrettîn Erturk esas bigirin, têkoşînê xurt bikin û dilsozê bîranîna wî bin.
'SALÎH KANDAL RÊBEREKÎ GEL E'
Hevalê Salîh Kandal ê ji Curnê Reş, ku şehadeta hevalê Halîl Çavgûn bandor lê kir, dest ji mamostetiyê berda û bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê bû. Ji roja destpêkê ya tevlîbûna li nava refên têkoşînê û pê ve, hem li Curnê Reş hem jî li Sêwerekê, di şerê li hemberî feodal-kompradoran de li refên herî pêş cih girt û ti carî xwe ji berpirsyariyê venegirt. Salîh Kandal bi vî rengî careke din îspat kir ku ew lîderekî xurt ê gel e. Hevalê Salîh ku propagandîstekî xurt û xwedî taybetmendiyên ajîtatorî û rêxistinkirinê bû, di warê leşkerî de jî gelekî li pêş bû. Di 30'ê Tîrmeha 1979'an de di çalakiya li dijî noker û xulamên mêtîngeran de, hevrê Salîh Kandal ê pêşengiya komeke şervanên PKK'ê dikir birîndar bû û şehîd ket. Bi merasîma cenaze ya bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan re hevalê Salîh Kandal ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxikirin. Em ê hevalê Salîh Kandal ti carî ji bîr nekin û bi afirandina yekîtiya demokratîk a gelê me re bersivê bidin şehadeta wî.
Hevrê Eyup Sevgat ê ji Sêwerekê, bi bandora tevlîbûna zarok û derdora wî re, weke sempatîzanekî partiyê bi hemû hêza xwe destek da hevalan. Ev welatparêzê me yê extiyar, di 31'ê Tîrmeha 1979'a de li gundê Xeleflî, ji aliyê çeteyên herêmî yên avêtin ser gund ve hat qetilkirin. Em ê vî welatparêzê xwe ti carî ji bîr nekin û bi esasgirtina dilsoziya wî ya paqij re têkoşînê bi ser bixînin.
Hevrê Haydar Işik ê ji Heskîfê, bi bandora têkoşîna tevgera azadiyê ya li hemberî feodal-kompradoran, bû xwedî sempatî û ji aliyê madî û manewî ve destek da vê têkoşînê. Ji aliyê çeteyên noker ve di 30'ê Tîrmeha 1980'î de bi Şaredare Heskîfê re hat revandin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi mînakdîtina berxwedêrî û welatparêziya kûr a hevrêy Haydar Işik re em soz didin ku em ê hem gelê xwe hm jî bihuşta xwe Kurdistanê biparêzin.
Hevrê Selahattîn Aktaş ê ji navçeya Mêrdîn Dêrikê, tevî ku ji malbateke dewlemend hatî jî, bi awayekî aktîf tevlî nûnerê yekane yê gelê me yê xizan PKK'ê bû û cihê xwe di nava karên leşkerî de girt. Hevrê Selahattîn Aktaş ê xwedî taybetmendiyên xurt ên şervaniyê, di Tîrmeha 1980'î de tevî 2 hevalên xwe ket kemîna hêzên neteweperestiya paşverû û nokeran. Hevrêyê me heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kir û şehîd ket. Em hevrêyê xwe bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê edaleta civakî û wekheviyê, tevî hemû dijberiyan jî, bicih bînin.
Hevrê Yûsûf Kûş ê ji Dêrsimê, piştî şehadeta kekê xwe hevrê Hasan Kûş bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên berxwedêr, biryardar û sekneke têgihiştî re derdiket pêş. Hevrê Yûsûf di 30'ê Tîrmeha 1980'î de ket kemîna polîsên dijmin û bi awayekî namerdî polîsan ew qetil kirin. Bi rêzdarî em wê bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya pê re dubare dikin.
Îlhan-Ahmet Marangoz ê ji navçeya Amed Çermûkê, li xala li ser ji dayik bû weke kadroyekî azad ê partiyê li Baglarê, di 19'ê Tîrmeha 1981'ê de şehîd ket. Em soz didin ku em ê bi afirandina civaka azad a li ser xakên azad, bersivê bidin bîranîna wî.
'EM Ê HEVRÊ HARÛN DI SERKETINA BERXWEDANA ME YA ÇEKDARÎ DE BIDIN JIYÎN'
Hevrêy Harûn-Şehmûz Yîgît ê ji Amed-Çermûkê, di pêvajoya partîbûyînê ya tevgera me de tevî têkoşînê bû. Hevrê Harûn ku heta dawiya sala 1980'î bi erkdarî li welêt di nava xebatên leşkerî de cih girt, piştre derket qada Rêbertiyê. Di nava sala 1982'an de di nava komên destpêkê yên vegeriyan welêt de cih girt. Li qada Botanê têkoşîn li her derê belav kir. Piştî kongreya 3. ji ber rewşa xwe ya serketî ya di bicihanîna taktîka partiyê de, weke endamê Komîteya Navendî ya Partiyê hat hilbijartin. Di sala 1988'an de careke din li qada Rêbertiyê xwe nû kir. Di Gulana 89'an de bi komeke ji 60 kesan careke din vegeriya Botanê. Hevrê Harûn ku yek ji afirînerên çalakiyên Îlona 89'an bû, ku hingî têkoşîn derket asta herî bilind, di vê demê de li qaa Çelê û tevahiya Botanê, ji tinekirina otorîteya dijmin û avabûna otorîteya şoreşgerî re pêşengî kir. Ji fermandarên leheng ên ARGK'ê yê ku ji bo mezinkirina artêşê pratîkeke mînak nîşan da hevrê Harûnd, di gihaştina têkoşîna çekdarî ji bo roja îro de, xwedî kedeke mezin e. Hevrê Harûn di 24'ê Tîrmeha 1990'î de li Deşta Heyatê, di çalakiyekê de tevlî karwanê nemiran bû. Em ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û fermandarê mezin ê ARGK'ê hevrê Şehmûz Yîgît (Harûn) di serketina berxwedana xwe ya çekdarî de bidin jiyîn.
Hevrê Xelîl-Mesût Taniş ê ji Şirnex-Silopiyê, di sala 1989'an de tevlî refên gerîla bû. Hem di çalakiyan de hem jî di wezîfeyên din ên rêxistinî de bi fedekariya xwe derket pêş. Di şer de şervanekî xwedî însiyatîf û çalak e. Li herêma 1. a Botanê di çalakiyên mezin ên li dijî dijmin û çeteyan de, cih girt. Di 23'ê Tîrmeha 1990'î de di şer de şehîd ket. Bi taybetmendiyên xwe yên cesaret, fedekarî û çalakgeriya xwe re, hevrê Xelîl ruhê efsanewî yê ARGK'ê di her kêliyê de dijiya û em ê vî ruhî temsîl bikin û di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Aslan-Hasan Kaplan ê ji Berwarî, bi coşa ji pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an wergirtî re tevlî refên HRK'ê bû. Taybetmendiyên xwe yên welatparêziyê bi perwerdeya partiyê re di demeke kurt de derxist asta îdeolojîk û xwe bi pêş ve bir. Bi taybetî bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî re bal kişand. Serketinên wî yên di çalakiyan de ji aliyê her kesî ve li ser hat axaftin. Fermandar Egîd-Mahsûm Korkmaz wî tevlî yekîneya xwe dike. Bi cesaret, çalakgerî û rêbaza xwe ya tevgera xwedî însiyatîf re, li hemberî dijmin çalakiyên bi bandor pêk anî. Piştî ku demekê li qada Rêbertî ma, li herêma Şemzînanê vegeriya. Di 23'ê Tîrmeha 1990'î de di şer de gihîşt şehadetê. Em ê gotina wî ya 'Em ê demokrasiya gel ji sedî sed biafirînin' ji bîr nekin û bi netewebûyîna demokratîk re bersivê bidin bîranîna wî.
Hevrê Rizgar-Mursel Gok ê ji Colemêrg-Çelê, taybetmendiyên milîtaniya partiyê di şexsê xwe de şênber kir, tecrûbeyên xwe yên pêşdîtî û rêxistinî xist meriyetê, bi sekna xwe ya dilnizm û têgihiştî re bû şervanekî ciwan ê mînakdar. Di 25'ê Tîrmeha 1990'î de şehîd ket. Em hevrê Rizgar bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê kesayetiya wî a milîtan di her kêliyê de bidin jiyîn.
'HEVRÊ SAADET TEMSÎLIYET AJINÊ BI SERKETÎ PÊK ANIYE'
Hevrê Saadet-Gulperî Kaplan a ji Şirnex-Qilabanê, bi ratîka xwe ya gerîlatiya bi bandor a li herêma Botanê re, temsîliyeta jinê bi awayekî serketî pêk aniye. Di şerê Textareş de ku tevî 20 hevalên xwe lê şehîd ket, li refên herî pêş cih girt û dest danî ser çeka dijmin. Di 27'ê Tîrmeha 1990'î de di roja sêyemîn a heman şerî de hevrê Saadet gihîşt şehadetê. Bi cesaret û fedekariya xwe re ji bo mezinbûna jina Kurd, roleke watedar lîst. Bi afirandina civaka azad re em ê xwedî li bîranîna wê derkevin û xeyalên wê yên ji bo jiyana azad a li dora jinê pêk bînin.
Hevrê Yilmaz-Fatîh Aslan ê ji Elkê, di sala 1989'an de tevlî refên partiyê bû. Milîtanekî ciwan bû ku dilnizmî, xweşbîrînî, fedekarî û daxwaza wî ya bicihanîna wezîfeyê her tim zindî bû. Tevî komek ji hevrêyên xwe re di 27'ê Tîrmeha 1990'î de ket kemîna çeteyên noker. Berxwedaneke mezin nîşan da û gihîşt şehadetê. Bi welatparêzî, fedekarî û pratîka xwe re hevrê Yilmaz şehîdekî me yê divê mînak bê dîtin e. Em ê her tim wî bibîr bînin û sozê didin ku bi îlhama jê wergirtî re em ê ber bi serketinê ve bimeşin.
Mizgîn-Medîne Yilmaz a ji gundê Girindol ê Şirnexê, bi şiyara 'heta jin azad nebe civak azad nabe' di temenê ciwantiyê de tevlî refên tevgerê bû. Di nava gelek çalakiyên li herêma Botanê de cih girt. Herî dawî di berxwedana Girê Reş de vîna 'jina azad ti carî teslîm nayê girtin' nîşan da û bû stêrk. Di 18'ê Tîrmeha 1991'ê de hevrê Mizgîn şehîd ket. Em soza bicihanîna şiyara wê dubare dikin.
Hevrê Nûjîn-Rewşen Abdulselam a ji Tirbespî, di temenekî gelekî ciwan de tevlî tevgera azadiyê bû Û cihê xwe di nava têkoşîna li qada Botanê de girt. Bi enerjî û cesareta xwe re, bi taybetmendiyên milîtaneke jin re hevrê Nûjîn di 18'ê Tîrmeha 1991'ê de di berxwedana li Girê Reş de tevlî karwanê nemiran bû.
Hevrê Dogan-Halît Benek ê ji Şirnex-Silopiyê, bi fedekarî, welatparêzî, kedkarî û cesareta xwe re di dema şerê herî giran ê li Botanê de pratîkeke mînakdar nîşan da. Di 26'ê Tîrmeha 1991'ê de di şerê mezin ê li Texta Reş de xeta berxwedanê ya partiyê heta dawiyê temsîl kir û gihîşt şehadetê. Hevrê Dogan ku mînaka biryardariya 'ya jiyaneke azad, ya hîç e' em soza berxwedana heta mirinê didin wî.
Hevrê Savaş-Haci Dumanlidag ku ji Konya-Cîhanbeyliye di 16’ê tîrmeha 1992’an de di çalakiya li hember qerekola Elkê de di eniya pêş de cih girt û şehîd ket. Em hevrê Haci bi hurmeteke mezin bibîr tînin û diyar dikin ku wê îradeya xwe ya jiyana civaka azad a bîranîna wî xurtir bikin.
Hevrê Evîn-Nîhal Ak ku ji Nisêbîneye, wek rêvebera herêma eyaleta Garzan fermandariya ARGK’ê bi layiqî dianî cih, di 27’ê Tîrmeha 1993’an de li Sîrvanê di pevçûnekê de şehîd ket. Em hevrê Evîn ku yek ji pêşengên şoreşa jinê bû, bi rêzdarî bibîr tînin û careke din îfade dikin ku wê şoreşa xwe ya civakî bi heybeteke mezin pêk bînin.
Hevrê Xebat Botan-Suleyman Dag ku li Edenê ji dayik bûye, di temenê ciwan de beşdarî partiyê bûye û li eyaleta Tolhildan bûye neferê têkoşînê. Tevî pêvajoya tasfiyeyê ya li herêmê hatiye jiyîn ji bawerî û girêdayîna xwe tiştek winda nekiriye. Di komuteya hevrê Şexê Dîrlîk de her tim di çalakiyê de bû. Di 30’ê Tîrmeha 1993’an de di encama operasyona mezin a dijmin de li Nurhaqê bi 18 hevalên xwe re şehîd dikeve. Em soza xwe ya ku xeta wî li her derê bi layiqî bînin cih, dubare dikin.
'HEVAL ŞÊXO DÎRLÎK NAVÊ XWE DI NAVA YÊN NAYÊN JIBÎRKIRIN DE DE NIVÎSAND'
Hevrê Sabrî-Şêxo Dîrlîk ku ji Pazarcixê ye, yek ji fermandarên efsûnî yê tevgera me di dîroka berxwedana me de cih girtiye û navê xwe di nava yên nayên jibîrkirinê de nivîsiye. Hevrê Şêxo Dîrlîk li eyaleta Başurê Rojava di tasfiyeya bi xof de roleke mezin listiye û ji bo eyalet jinûve di xeta rêbertiyê de bê avakirin pratîkeke fedekarî nîşan daye. Heval Şêxo Dîrlîk bûye xewna bi tirs a dijmin. Ji bo nirxên li herêmê winda bûne telafî bike bi hewldaneke mezin berxwe daye û baweriya partî û rêbertiyê bi layîqî aniye cih. Di 30’ê Tîrmeha 1993’an de di operasyona dijmin de berxwedanek mezin nîşan daye û rola wî gelek mezin bû. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî avantaja xwezayê bikaranî û berxwedan bê navber meşand. Bi terza xwe ya fermandariyê bû kesekî sembol yê tevgera me. Em şehadeta wî bi rêzdarî bibîr tînin û soza xweya mezinkirina mîrateya wî dubare dikin.
Hevrê Zinar- Tevfîk Biçak yê ji Pazarcixê û hevrê Hasan-Yavuz Kuçukyavuz yê li Konya Kuluyê ji dayik bûye di salên 90’î de beşdarî têkoşînê dibin. Heval Zinar û Hasan ku di xebat û çalakiyan de bi awayekî aktîf cih girtin, heta roja ji aliyê îxaneta hundir û tasfiyekariyê ve hatin qetilkirin, beşdarbûna xwe her roj xurt kirin. Em soz didin hevrê Zinar û Hasan ku di 30’ê Tîrmeha 1993’an de hatin qetilkirin, wê careke din desturê nedin dimin li ser nirxan tahakumê ava bike û her wiha emê têkoşîna jiyana azad bi biryareke mezin bimeşînin.
Hevrê Ozgur-Cevdet Şîşman ku ji Bedlîs-Tetwanê ye, li eyaleta Garzanê beşdarî gerîla dibe. Li herêma Gabar di asta fermandariya manga de xebat dimeşand û di 18’ê Tîrmeha 1994’an de di operasyona dimin de şehîd dikeve. Em hevalê Ozgur bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku wê layîqê şehadeta wî bin.
Hevrê Perî-Şîrîn Akbulut ya ji Depê ye, xwendina li Zanîngehê ku kişlayên pergala asîmîlasyonê bûn, red kir û li herêma Botanê beşdarî gerîla dibe û di 25’ê Tîrmeha 1994’an de li herêma Osyan di pevçûnekê de şehî dikeve. Em hevrê Perî ku îfadeya bi biryar ya nasnameya azad û civaka azad bû, bi rêzdarî bibîr tînin û soza avakirina jiyana azad dubare dikin.
Hevrê Mamdiyar-Neçîp Mete ji Geverê ye û tevî temenê xwe yên pêşde çûyî destpêkê wek mîlîs xebatan dimeşîne û piştre beşdarî gerîla dibe. Bi moral, coş, fedekarî û cesareta xwe ji hevalên ciwan bû mînak. Dema di amadekariya çalakiya li dij dijmin de bû, di encama qezayekê de bi hevalekî me yê Rojhilat re di Tîrmeha 1996’an de şehîd dikeve. Hem gelê Geverê û hem jî gelê Kurdistanê vî ewladê xwe yê zana wê jibîr neke.
Hevrê Îskender-Ekrem Salih Muhammed ku ji Silêmaniyê ye, bi hişmendiya neteweyî beşdarî tevgera azad bû û ji bo yekîtiya gel têkoşîn meşand. Di şerê ku bi hêzên neteweperest û feodal re aktîf cih digire û birîndar dibe. Tevî vê beyî bê dermankirin careke din diçe çalakiyê.Di çalakiyeke li dijî qerekola li Heftanînê di 28’ê Tîrmeha 1997’an de bi hevalekê xwe re şehîd dikeve. Em soza xwe ya bpêkanîna yekîtiya neteweyî didin.
Hevrê Eşref-Davut ku ji Payîzava ya Wanê ye, di 17 saliya xwe de beşdarî gerîla dibe. Di alî leşkerî û îdeolojîk de di demek kurt de xwe pêş dixîne û bi beşdarbûna xwe ya aktîf hezkirina hevalên xwe qezenc kir. Piştî pratîka xwe ya Botan-Bestlerê di 95’an de çû qada Rêberiyê û taybetiyên xwe yên rayeyê xurtir dike. Dîsa vedigere botanê û li dijî dijmin çalakiyên bi bandor pêk tîne. Hevrê Eşref beşdarî Kongreya VI. ya PKK’ê dibe. Ji bo biryarên kongreyê bike jiyanê dîsa vedigere welat. Di 20’ê Tîrmeha 1999’an de di operasyoneke dijmin ya li Garzanê de birîndar dibe. Ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe diteqîne û şehîd dikeve. Em hevalê Eşref bi rêzdarî bibîr tînin.
Hevrê Sarya-Şukriye Yildiztan ku ji Ebex a Wanê ye, wek fermandara tîmê li herêma Botan, Zele, Metîna pratîka şer bi serkeftinî pêk tîne. Di 1999’an de li Metînayê dikeve kemîna dijmin. Heta guleya xwe ya dawî têkoşiya û girêdayê xeta Berîtanê ma û bombeya xwe teqand. Em soz didin ku emê îdeolojiya azadiya jinê ya heval Sarya pêk bînin.
Hevrê Selîm Xalîl-Zuhery Mecîd Kasim ku ji Efrînê ye, di 15’ê Tîrmeha 2000’an de li girê Siyane ya Garê di teqîna mayînê de şehîd dikeve. Em soz didin ku wê layîqê têkoşînê bin.
Hevrê Piling Oremar-Alî Riza Şedal, dema ji bo li navenda bajêrê Zaxo di dilê xiyaneta hundir de xwe biteqîne diçû çalakiya fedayî, 25’ê Tîrmeha 2000’an di encama xiyaneta nemerd a komlogeriya feodal de şehîd dikeve. Em ê ti carî wî rûyê hevrê Piling ê timî dikeniya ji bîr nekin û em ê qet destûr nedin li Kurdistanê rûyê qirêj ê xiyanetê xweşikiyên me bixin bin siyê.
Hevrê Dilşad Azad-Faysal Muhammed ê ji Kobanê, di temenekî ku hê zarok bû tevlî nav refên gerîla bû. Li herêmên wek Zagros, Amed û Xerzan ên şerê herî dijwar û zor lê diqewimî ma. Bi şervaniya xwe ya serketî di demeke kurt de bû fermandarê taxim. 22’ê Tîrmeha 2002’yan li Heskîfê di encama komployekê de tê qetilkirin. Em hevrê Dilşad bibîr tînin û soza xwe ya avakirina civaka exlaqî û polîtîk dubare dikin.
Hevrê Xelo Helepçe-Rizgar Muhammed ê li Helepçe ji dayik bûye, piştî 9 salan di nav YNK’ê de pêşmergetî kir sala 1999’an tevlî tevgera azadiyê dibe. Hevrê Rizgar li hember xeta ku jê qut bibû dema xeta welatparêziya rast a Kurdistanê diparast 23’ê Tîrmeha 2002’yan li Asos a Qendîlê şehîd dikeve. Şehadeta hevrê Xelo wê bibe sedema ku em xeta azadiyê li tevayî Kurdistanê hakim bikin. Em li hember bîranîna wî bi rêz xwe ditewînin.
Hevrê Devrîm Sedkar-Ekrem Temel ê li Bêşebab ji dayik bûye, 14’ê Tîrmeha 2005’an di operasyona Çiyayê Reşkê de şehîd dikeve. Em ê bîranîna hevrê Ekrem ê bi qasî tecrûbeya xwe bir ola xwe ya pêşeng jî hema hema li her qada şer ma bidin jiyîn, em diyar dikin ku berxwedana mirinê dide ber çavan a 14’ê Tîrmehê ku xwedî wateyeke dîrokî ye heta azadiyê bidomînin.
Şiyar-Enver Alataş ê Tetwanî yê hesret û zanebûna azadiyê ya 4 salan di zîndanê de esîr ma afirand, sala 2002’yan berê xwe dide cihên jiyana azad. Di koordînasyona rêxistina me ya ciwanan de ku bi fedakarî xebitî. Tîrmeha 2005’an li Kellareş şehîd ket. Em soz didin dilê wî yê bi evîna azadiyê tijî û ciwan, em ê êdî destûr nedin Rêbertiya me û gelê me dibin esaretê de bijîn. Di demeke nêz de bi Rêbertiya azad re em ê li welatê azad bigihêjin hev.”
‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN MIROVATIYÊ DERKEVIN’
Daxuyaniya PKK’ê bi van hevokan bi dawî bû:
“Careke din ku em li hember şehîdên Tîrmehê xwe ditewînin, em sêyemîn salvegera Şoreşa Rojava ya demokratîk, komunal û azadîxwaziya jinê ye û bi ked û berxwedana mezin a şehîdên me pêk hat silav dikin. Em Şoreşa Rojava ya alternatîfa yan barbarî yan Neteweya Demokratîk bi awayekî jiyanî danî ber mirovatiyê û şehîdên şoreşê yên di vê oxirê de gihiştin şehadetê bi rêzdariyeke mezin silav dikin. Bi taybet jî em bang li gelê me yê Bakur û tevayî derdorên demokrat dikin ku xwedî li nirxên mirovatiyê derkevin.
Herî dawî em pêşengên serhildana Koçgirî Zarîfe ûElîşêr bibîr tînin, em ê van şehadetên ku çavkaniya îlhama têkoşîna şoreşgerî ya di pêşengiya PKK’ê de ne ji bîr nakin, em soz didin gelê xwe ku em ê ya rojaneyî azad bikin, êrîşa hov a li Pirsûsê şermezar dikin, em soz didin, em ê xeyalên kesên gihiştine şehadetê pêk bînin.”