Li Brukselê li hember Komkujiya Pirsûsê hêrs hebû
Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember ciwanên SGDF’yî li Brukselê careke din hat lanetkirin.
Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember ciwanên SGDF’yî li Brukselê careke din hat lanetkirin.
Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember ciwanên SGDF’yî li Brukselê careke din hat lanetkirin.
Bi sedan kesên saet 14.00'an hatin ber Sefaretxaneya Brukselê ya Tirkiye, komkujî bi dirûşman şermezar kirin. Komkujî û destekvanên qetlîamkeran lanet kirin.
Hevserokê AvEG-Kon Şafak Arabaci got, “Êşa me mezin e. 31 mirovên me bi komkujiyekê ji nav me qut kirin.”
Arabaci wiha dewam kir: “Heta em hemû rengên cîhanê û bindestan bînın gel hev em ê têkoşîna xwe bidomînın. Ev soza me ya ji hevrêyên me yên şehîd re ye.”
Zuhat Kobanê yê li ser navê PYD’ê axivî jî got, “Kesên Şoreşa Rojava hezm nekirine bi tifaqên qirêj êrîşî gelê me yê mazlûm dike.”
Di çalakiyê de li ser navê Secours Rouge, SKB û Nav-Bel axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de daxuyaniya Komîteya Rêveber a MLKP’ê jî hat xwendin.
HEYETA KONGRA GEL, KNK Û PYD’Ê HAT TAZIYEYÊ
KNK, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Hevserokê PYD Salih Muslim, ji bo ciwanên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Kolektîfa Koçberên Belçîka hatin taziyeyê.