Li Ewropayê protestoyên komkujiya Pirsûsê

Êrîşa bombeyî ya di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê li dijî sosyalîstan pêk hat, li Ewropayê hat protestokirin.

Êrîşa bombeyî ya di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê li dijî sosyalîstan pêk hat, li Ewropayê hat protestokirin.

LEÎPZÎG

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê çalakiyek bi rêzgirtinê destpê kir. Berdevkê Komuna Kurd a Leîpzîg, Egît Toy û Cumalî Şaylemez axaftin kirin û diyar kirin ku êrîş ji dewleta Tirk ne serbixwetirin û got divê Yekîtiya Ewropayê vê helwesta Tirkiyeyê qebûl neke.

Elmanan eleqeyek mezin nîşanê çalakiyê da û endmên MLPD’ê jî beşdar bûn. Di çalakiyê de daxuyaniyên NAV-DEM û YXK’ê hatin xwendin. Bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan, kujer Tirkiye, Tirkiye DAIŞ’ê xwedî dike, bijî piştevaniya şoreşger’ hatin berzkirin. 

SALZGÎTTER

Li bajarê Salzgitter-Lebenstedt ê Elmanyayê çalakiya protestoyî pêk hat û nêzî 1000 kesî beşdar bûn. Girse saet di 16.00’an de li Am Mounumentplatz civiya û saet di 16:30’an de derbasî meşê bûn.  Piştî meşê mîtîngek pêk hat.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê PYD’ê axaftin hatin kirin. Girseyê wêneyên şehîdên Pirsûsê hildan û navê wan yek biyek hat xwendin û bi Elmanî gotin ‘em li virin’. Posterên Ocalan û alên PYD, filamayên YPG-YPJ’ê hatin hildan. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê komkujiya Pirsûsê bi çalakiyeke runiştinê hat protestokirin. Bi banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Yekîtiya Xwendekarên Elewî ya Yekbûyî (BDAS), saziyên civaka sivîl jî beşdar bûn.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Aachen jî, bi banga PYD, BDAS, YXK û MLKP’î saet di 17’an de nêzî 500 kesî li ber Navenda Civaka Kurd hatin cem hev û berbi Elîsenbrunnen meşiyan.  Di meşê de deqeyek çalakiya runiştinê pêk hat.

Girse li Qada Elisenbrunnen civiyan û deqeyek rêz girtin. Hat gotin ku DAIŞ û hikûmeta AKP’ê ji komkujiyê berpirsin. Parlamenterê Dîe Lînge, Jan van Aken axivî û berteka xwe ya li dijî komkujiyê anî ziman. 

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.  Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên ku hatin kirin de komkujî hat lanetkirin.
 
LORIENT

Li bajarê Lorîent ê Fransayê qetilkirina 31 ciwanên sosyalîst hat protestokirin.  Li navenda bajar a Lorîent Kurd û dostên Kurdan saet di 19.30’an de hatin cem hev û ji bo şehîdên Pirsûsê deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê de di axaftinên ku hatin kirin de hat diyar kirin ku bi komkujiya Pirsûsê şoreşa Rojava û dostên wê hedef hatine girtin û hat gotin ku ji vê komkujiyê AKP ya ku destek daye DAIŞ’ê berpirse.

Di axaftinên ku li ser navê Komeleya Çanda Elewî ya Morbîlhan û Partiya Karkeran a Komunîst a Tirkiyeyê (TRÎP)  hat kirinê de hat diyar kirin ku komkujiya Pirsûsê ruhê piştevaniya Rojava hedef girtiye û got ev êrîşên dij mirovane bindestan têk nabe. 

VIYANA

Li paytexta Viyana yê Awûstûryayê jî komkujî bi girseyî hat protestokirin.  Di mîtînga ku li Stephansplatzê pêk hat de terora DAIŞ’ê hat lanetkirin. Di çalakiyê de hêrsa li dijî Dewleta Tirk bi dirûşmeyan hat ziman. Belavok hatin belavkirin û di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku bersiva herî mezin rêxistinbûne. 

VORARLBERG

Li Vorarlberg ê Awûstûryayê jî duh êvarê bi sedan kes hatin cem hev û terora DAIŞ’ê hat lanetkirin. Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Vorarlberg destek dan meşê. 

SALZBURG

Kurdên li bajarê Salzburg ê Awûstûryayê hatin cem hev komkujiya Pirsûsê protesto kirin. Çalakî ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Meş ji gara navenda Salzburgê dest pê kir û gelek Awûstûryayî jî beşdar bûn.

Meşê heta ber seferatxaneya Tirk berdewam kir. Li wir deqeyek rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.  Hat diyar kirin ku AKP ji komkujiyê berpise. 

QIBRIS / LÎMASOL

Li Qibrisê jî komkujî hat protestokirin. Hevserokên Meclîsa Gel axivîn û got hesabê pirsîna komkujiyê deyên wane û got ev komkujî li dijî serkeftinên gelê Kurd pêk hatine.

...