'Ya kêmasiya ewlekariyê heye yan jî ewlekariyê bi êrîşkar re hevkarî kiriye'

Parlamenterê HDP'ê Kurkçu bal kişand ser kêmasiya ewlekariyê ya di komkujiya li Pirsûsê de û got, "Li holê ya kêmasiya ewlekariyê heye yan jî ewlekariyê bi êrîşkar re hevkarî kiriye." Kurkçu diyar kir ku AKP'ê pêşî li komkujiyê vekiriye.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, piştî komkujiya zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Pirsûsê lêkolîn kir.

Kurkçu ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku êrîş ji bo şikandina piştevaniya Kobanê hatiye kirin. Kurkçu diyar kir ku ev êrîş di nava atmosfereke ji aliyê AKP'ê ve hatiye afirandin de pêk hatiye û got, "Bi taybetî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên bi rêkûpêk HDP hedef nîşan dida, piştevaniya Kobanê hedef nîşan dida, sûcdariyên 'terorîzmê' li kes û saziyên pêwendiya xwe bi partiya me re heye dihat kirin, her wiha êrîşa qelemşorên medya alîgirê desthilatdariyê li hemberî HDP'ê, hedefgirtina pitşevaniya Kobanê hêsan kir. Tê zanîn ku hemû hişyariyên me yên li ser tevgera DAIŞ'ê li herêmê, bê encam man. Ji ber vê yekê, AKP'ê bi awayekî vekirî pêşî li vê êrîşê vekiriye."

'AGAHIYA ÇAWA JI KESEKÎ ZÊDEYÎ 30 KESAN QETIL BIKE NÎNE?'

Kurkçu anî ziman ku qelsiyeke ewlekariyê heye û diyar kir ku ciwanên ji komkujiyê bi saxî xilas bûne jî bi taybetî li ser vê nuqteyê disekinin. Kurkçu da xuyakirin ku ciwanan ragihandine heta ji Stenbol û gelek bajarên din heta xwe gihandine Pirsûsê di tedbîrên tund ên ewlekariyê re hatine derbaskirin û got, "Hêzên ewlekariyê yên ku hemû wesayît sekinandin, yek bi yek li eşyayan geriyan, li Navenda Çnadê ya Amara jî lêkolîn kirin, gelo çawa dibe haya xwe ji kes an jî kesên xwe di nava girseyê de biteqînin û rê li ber mirina zêdeyî 30 kesan veke, tinebe. Polîsên sivîl ên ku di her daxuyaniya çapemeniyê de amade ne, çi ecêb e di wê kêliyê de ne li wir bûn. Ev rewş balê dikişîne ser van dunuqteyan; ya kêmasiyeke ewlekariyê heye, yan jî ewlekarî bi êrîşkar re hevkarî kiriye."

BERSIVA DA DAVÛTOGLÛ

Kurkçu her wiha ragihand ku bi êrîşên bi vî rengî re bi hinceta 'kaos heye' hewl tê dayîn pêşî li rêya hilbijartina pêşwext bê vekirin, lê belê hikûmet diheje, Serokwezîr Ahmet Davûtoglû her çend hewl dide diyar neke jî AKP di rewşeke gelekî zehmet de ye, ewlekariya gel kêm bûye.

Kurkçu bersiv da gotina Davûtoglû ya ji bo HDP'ê gotibû 'bila veneguherîne rantê' û wiha axivî: "Bi veguherandina li rantê re mebesta xwe çi ye? Gelo mebesta xwe hevgirtina mirovan, piştevaniya mirovan, rakirina cenazeyan bi hev re û çûyîna bi ser rastiyane? Ev gotin mejiyê wan jî radixe pêş çavan? AKP a ku ji bilî rant û qezencê bi ti gotinan neaxive, diyare her gava diavêje ji bo rantê diavêje. Ev yek jî rewşa tê de ye nîşan dide."