Hevserokê SGDF’ê Yuzgeç: Kampanyaya me êdî bûye ya mîlyonan

Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç ê ji bo avakirina Kobanê hatin Pirsûsê û di êrîşa bombeyî de birîndar bû got ku kampanyaya SGDF'ê ya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin” êdî bûye kampanyaya hezaran kesan.

Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç ê ji bo avakirina Kobanê hatin Pirsûsê û di êrîşa bombeyî de birîndar bû got ku kampanyaya SGDF'ê ya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin” êdî bûye kampanyaya hezaran kesan.

Di Komkujiya Pirsûsê de 31 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran Sîbel Işik a ji Meletî diyar kir ku li Wanê bi rê ketin û bi hevalên li Amedê re ber bi Pirsûsê ve derkertin rê û di rê de rastî gelek lêgerînan hatin û herî dawî di ketina Pirsûsê de bi berfirehî hatin lêgerînkirin. Işik anî ziman ku seat di 10.30'an de gihiştin Navenda Çand û Hunerê ya Amara û seat 11.00'an li ser navê SGDF'ê daxuyanî hat dayîn û di wê demê de teqîneke bihêz pêk hat. Işik anî ziman ku ji ber bandora teqînê çend metreyan firiya.

KOMKUJÎ HILBERÎNA HIŞMENDIYA 'KOBANÊ LI BER KETINÊ YE' YE

Işik da zanîn ku di encama teqînê de ji milê xwe birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hat dermankirin û komkujî hilberîna hişmendiya "Kobanê li ber ketinê ye" ye û wiha got: "Heke îro çeteyên DAIŞ'ê bi rehetî sînor derbas bibin û çalakiya bikin li piştî vê yekê teqez hêzeke bi rêxistinî heye. Êrîşa li hemberî kesên bi dirûşma, 'Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin' pêk hat wateyeke wê ya taybet heye. Berxwedana Kobanê ya bi gelan pêk hat çeteyên DAIŞ'ê û yên piştgiriyê didin wan nerehet bûn."

Işik got, "Em ê dîsa bi kesên li Kobanê şer dikin re bin. Em ê dîsa biçin parkan çêbikin, daristanan çêbikin û pêlîstokên zarokan bibin û biçin Kobanê." Işik da zanîn ku ew ê karê xwe yê nîvçe hiştin temam bikin.

'GELEK BOMBEKAR Û YÊN WAN XWEDÎ DIKE BAŞ NAS DIKE'

Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Oguz Yuzgeç jî diyar kir ku nêzî meh û nîvekê xebata meşandin û biryara tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin girtin. Yuzgeç anî ziman ku hemû Tirkiye û Kurdistan baş dizane ku bê komkujî pêk anî û kî piştgiriya wan dike.

Yuzgeç ê di êrîşa bombeyî de bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê tê dermankirin gotinên AKP'ê û çapemeniya AKP'ê yên li hemberî komkujiyê wiha nirxandin: "Li gorî me qatil bi awayekî vekirî li holê ye. Qatil AKP û çeteyên DAIŞ'ê yên ew xwedî dike ne. Komkujî bêyî wan pêk nayê. Dema 3 kes jî tên cem hev bi dehan polîsan tên wir lê di daxuyaniya bi sedan ciwan tevlîbûn de ti polîs li wir nebûn. Bulent Arinç û rayedarên AKP'ê sûc diavêjin ser HDP'ê. Dibêjin çima HDP'î li wir nebûn? Dibêjin wan ew bombe li wir bi cih kir. Ev tişt zelal e. Polîsên AKP'ê di ketina bajar de lêgerîna me kir. Me jî li baxçeyê avahiya çandê tedbîrên xwe yên ewlehiyê girtin. Diyar e bombe bi plansaziyekê anîn. Armanc komkujî bû. Ev nîşaneyan îlan şer a DAIŞ û AKP'ê ye. Bang şer e. AKP di hilbijartinê têk çû û tolê digire."

Yuzgeç di dewama axaftina xwe de got ku kampanyaya SGDF'ê ya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin” êdî bûye kampanyaya hezaran kesan.

Naîm Burç ê ji her du piyên xwe jî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan tê dermankirin jî diyar kir ku HDP'iyên di jiyana xwe de ti carî nedîtin weke zarokên xwe berê xwe dan wan û hemû hewcehiyên wan bi cih anîn.