Şervanê YPG’ê Karasu li Şehîdgeha Xerzanê hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Şiyar Karasu (Reşît Avareş) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser wesiyeta wî, li Goristana Şehîdgeha Xerzanê hat oxirkirin.

Şervanê YPG'ê Şiyar Karasu (Reşît Avareş) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser wesiyeta wî, li Goristana Şehîdgeha Xerzanê hat oxirkirin.

Şervanê YPG'ê Şiyar Karasu (Reşît Avareş) ê 27'ê Hezîranê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ser wesiyeta wî, li Goristana Şehîdgeha Xerzanê ji hêla hezaran welatiyan ve hat oxirkirin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Karasu ji hêla bi sedan wesayîtan ve li tesîsên Buzlupinarê hat pêşwazîkirin. Bi hezaran welatî li ser wesiyeta şervanê YPG'ê Karasu cenazeyê wî birin Goristana Şehîdgeha Xerzanê. Welatiyan cenazeyê Karasu li ser milên xwe kirin, bi hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê Karasu, alên PKK, KCK û YPG'ê û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" heta goristanê meşiyan.

'KURÊ MIN JI BO GELÊ KURD CANÊ XWE FEDA KIR'

Merasîma cenaze bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê û sirûda "Çerxa şoreşê" destpê kir. Nûnera MEYA-DER' ya Sêrtê Berîvan Karakoyun di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê di rêya şehîdan de bimeşin. Bavê wî Îzzetîn Karasu û dayika wî Gulîstan Karasu jî di merasîmê de axivîn. Dayik û bavê sersaxî ji gelê kurd xwestin û wiha gotin: "Şiyar ji bo gelê kurd canê xwe feda kir. Ew şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê birêz Ocalan û gelê Kurd sax be."

'OXIR BE JI TE RE'

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim jî got ku polîtîkayên AKP'ê lê vegeriyane û wiha axivî: "Me her tim ji AKP'ê re digot li hemberî DAIŞ'ê bisekinin û alîkariya wê nekin. Lê wan tedbîrên xwe negirtin û heta ku li Kîlîsê leşkerê wan hat kuştin. Heta ev êrîş pêk nehata hişê dewletê nedihat serê wê." Yildirim bi van gotinan jî bang li şervanê YPG'ê Karasu kir: "Ey şehîd tu bi xêr hatiye Kurdistanê. Bila çavên te vekirî nemîne, em ê têkoşîna te bidomînin û xwîna te li erdê namîne. Oxir be ji te re."

Piştî axaftinan li ser wesyeta Karasu cenazeyê wî li ber stranan hat oxirkirin.