Karûbarên cenazeyan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê bê pere bin
Li Mêrdînê karûbarên cenazeyên mirovên xizan wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê pere bên bicihanîn.
Li Mêrdînê karûbarên cenazeyên mirovên xizan wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê pere bên bicihanîn.
Midûriyeta Goristanan a girêdayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ragihand ku wê êdî karûbarên cenazeyên hemwelatiyên xizan bê pere bêne bicihanîn.
Wê êdî karûbarên Gasil (şûştin û kefenkirin) û gor (veşartin) bêpere ji aliyê Midûriyeta Goristanan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve ji bo hemwelatiyên xizan bê pere bên kirin. Ji bo xizmetê jî welatî dikarin bi rêya vê numaraya telefonê ya 0532 760 74 99 a Midûriyeta Şaxê Goristanan xwe bigihînin rayedaran.