Malbatên Roboskî şehîdên Pirsûsê bibîr anîn
Malbatên Roboskî di nobeta xwe ya edaletê ya hefteya 186'an de bi meşekê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin.
Malbatên Roboskî di nobeta xwe ya edaletê ya hefteya 186'an de bi meşekê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin.
Malbatên Roboskî di nobeta xwe ya edaletê ya hefteya 186'an de bi meşekê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin. Serokê Roboskî-Derê Velî Encu anî ziman ku şehîdên Komkujiya Pirsûsê jî wekî şehîdên Komkujiya Roboskiyê ne û wê têkoşîna xwe bidomînin.
Malbatên Roboskî nobeta xwe ya edaletê ya hefteya 186'an li dar xistin û bi meşekê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin. Malbatên Roboskî, Dayikên Şehîdan, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, Hevşaredarên Qilabanê, rêveberên rêxistinên DBP'ê û HDP'ê, Meclîsa Gundê Roboskî ya DBP'ê û sedan welatî li gundê Bêjuhê hatin cem hev û heta Goristana Roboskî meşiyan. Di meşê de dayikan wêneyên zarokên xwe hilgirtin. Di meşê de pankarta "Ji Roboskî heta Pirsûsê kujer AKP ye" hat hilgirtin û dirûşmên, "Kujer dewlet wê hesap bide" û "Ji Roboskî heta Pirsûsê kujer AKP ye" hatin berzkirin.
Piştî meşê Serokê Roboskî-Derê Velî Encu axivî û diyar kir ku êşa Komkujiya Pirsûsê ji malbatên Roboskî re wekî êşa Komkujiya Roboskô ye. Encu anî ziman ku Komkujiya Pirsûsê di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye û wiha axivî: "Cîwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin wekî zarokên Roboskî di bin kontrola dewletê de hatin qetilkirin. Li cihê di bin kontrola polîsan de hatin qetilkirin. Ev jî têkîliyên hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê carekî dîn aşkere dike."
Encu destnîşan kir ku DAIŞ taşerona hikûmeta AKP'ê ye û wiha axivî: "Ji roja Berxwedana Rojava destpê kir heya niha bi TIR'an çekan ji DAIŞ'ê re birin. Li metropolên Tirkiyeyê rê ji çeteyan re hat vekirin."
Encu bilêv kir ku wê ji bo endamên SGDF'ê yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan jî têbikoşîn û wiha pêde çû: "Şehîdên Komkujiya Pirsûsê di salvegera Komkujiya Roboskî ya 2’yemîn de ji zarokên Roboskî re jî pêlîstok anîbûn. Di gelek çalakiyên ji bo Roboskî hatin lidarxistin de cih girtin. Malbatên Roboskî baş dizanî ku keda şehîdên Pirsûsê gelek watedar bû. Êdî şehîdên Komkujiya Pirsûsê jî wekî şehîdên Komkujiya Roboskî ne."