Nasnameya şervaneke YPJ'ê ya jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin

Nasnameya şervaneke YPJ'ê ya di 4'ê Tîrmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPJ'ê nasnameya şervanek xwe ya di 4'ê Tîrmehê de li Kobanê jiyana  xwe li dest da, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Daxuyaniya fermî ya YPJ'ê wiha ye: "Ji pêlên destpêkê ya Şoreşa Rojava heta roja me ya îro li hemberî hêzên ku destketiyên gelê me yê jiyana azad  û demokrat dixe xeteriyê berxwedaneke bêhempa destpê kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke ji bo tevahî mirovahiyê tê meşandin. Şervanên YPG û YPJ ji bo rûmeta mirovahiyê li dijî terorîstên DAIŞ biparêzên bê rawestan di nava tevgerê de ne.

Şoreşa ku li Rojava hate lidar xistin şoreşa jin bû. Jinên Kurdistanê, li hemberî parastina destketiyên vê şoreşê xwe berpirsiyar dîtin û tevlî nava refên YPJ’ê bûn. Bi qasî ku êrîşên terorîstên DAIŞ’ê li hember nirxên mirovahiyê bi awayekî gîştî û li hember hebûna jin bi awayekî taybet dîjwar bû, berxwedana jinên kurd hîn dijwartir bû. Gelek hevrêyên me yê jin ji bo rûmeta gelê Kurd biparêzin gihîştin asta şehadetê.

Bajarê Kobanê yê ku bûye paytexta berxwedanê ya cîhanê, ji gelek qehremanên jin re  şahîdî kir. YPJ li vî bajarî bi navê hemû jinên cîhanê li hemberî pergala zilam a herî xeter şer dike. Ji ber vê ji hemû bajarên Kurdistanê keçên Kurd berê xwe dan vî bajarî û destê xwe dan destên keçên Kobanê û li hember terorîstên DAIŞ şer kirin. Hevrêyên me Amaran, Ozguran, Stêrkan, Biharan û Evîndaran ji bo nirxên mirovahiyê biparêzin canê xwe di vê rê de fedakirin.

Hevrêya me Zeynep Tekîn ku bi Evîndar Botan tê nasîn yek ji hevrêyên me yên jin ku bi azîm û qehremantiyeke mezin tevlî berxwedana rûmetê li bajarê Kobanê bû. Ji paqijkirina bajêr heta paqijkirina tevahî gundên Kobanê ji terorîstên DAIŞ’ê rolekî mezin lîst. Hevala me Evîndar yek ji fermandarê YPJ’ê ku bê sînor ked û reng di vê berxwedaniyê de da. Şert û merc çi dibin bila bibin hevrêya me Evîndar ti carî nedixwest dûrî eniya şer be. Ji ber wê di nava hevalên xwe de her tim cihê baweriyê bû.

Evîndar Botan, evîndara doza xwe bû. Li gel hevrêyên xwe şerê dijminê gelan kir, wê ji bo doza hemû jinan ji bo jiyanek azad û wekhev tekoşîn da. Hevrêya me Evîndar di 4’ê Tîrmehê 2015’an de, dema ku li gel hevalên xwe gundên li başûrê Kantonê Kobanê ji terorîstên DAIŞ’ê paqij dikirin, bi qehremaniyek mezin şer dike û bi azmekî mezin bi ser dijminê mirovahî de diçe. Bi vê lehengiyê jiyana xwe terxanî doza mirovahiyê dike û bi vî awahî tevlî kerwanê şehîdan dibe.

Şehadeta hevrêya me Evîndar ji bo me êşekî mezin bû. Em weke hêzên YPG û YPJ doza şehîd Evîndar ti carî sist nakin. Em ê bi tevahî hêza xwe di rêya şehîdên xwe de bimeşin.

Li ser vê bingehê em weke fermandariya YPJ li ser navê hemû şervanên xwe ji malbata rêhevala me Evîndar Botan, tevahî gelê Kurd û jinên cîhanê sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê şehîd Evîndar de soz didin tevahî şehîdên vê şoreşê ku em ê rêya wan bişopînin û doza wan xurt bikin.

Şervanên YPJ îro li hemberî dijminê jinan şer dikin û bi armanca avakirina jiyanek azad û demokrat têdikoşin. Hemû mirovên birûmet çavên xwe li vê tekoşînê ne. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên azadîxwaz û welatparêz, bi taybet jinên ciwan dikin ku tevlîbûna xwe di nava refên hêzên me zêde bikin.”

Nasnemeya şervana YPJ’ê wiha ye :

Navê tevgerî : Evîndar Botan
Navê rast : Zeynep Tekîn
Navê dayikê : Asya
Navê bav : Nîmet
Cihê ji dayikbûnê : Edene- Seyhan (Bi eslê xwe ji Elkê)
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê : 04.07.2015 Kobanê