Seroka Giştî ya ESP’ê: Fail hikûmeta AKP’ê ye
Seroka Giştî ya ESP’ê Ulusoy bal kişand ku failê Komkujiya Pirsûsê AKPye û got: “Me peyama we girt. Em li cem gelê Kurd in.”
Seroka Giştî ya ESP’ê Ulusoy bal kişand ku failê Komkujiya Pirsûsê AKPye û got: “Me peyama we girt. Em li cem gelê Kurd in.”
Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya zêdetirî 30 ciwanên sosyalîst li wir di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan axivî. Ulusoy got: "Failê vê komkujiyê pir aşkera ye. Çi bi nasnameya DAIŞ çi bi nasnameyeke din hatibe kirin, yekane failê wê hikûmeta AKP’ê ye.”
'BIRATIYA GELAN Û WEKHEVÎ HAT ARMANCKIRIN'
Ulusoy, wiha axivî: "Hedefgirtina van ciwanên sosyalîst manîdar e. Bawer dikirin ku pêwîst e gelên li vî welatî di nav aştiyê de bijîn. Çûna van ciwanan a Kobanê ya di çarçoveya avakirina Kobanê de li ser esasê bihevre jiyana gelan bû. Lewma hatin qetilkirin."
Ulusoy got: "Failê vê komkujiyê pir aşkera ye. Çi bi nasnameya DAIŞ çi bi nasnameyeke din hatibe kirin, yekane failê wê hikûmeta AKP’ê ye.”
'ME PEYAMA WE GIRT EM LI CEM GELÊ KURD IN’
Ulusoy diyar kir ku bi vê komkujiyê re xwestin peyamekê bidin rêxistinên ciwanan, sosyalîst û şoreşgeran û got: "Piştî vê komkujiyê ev peyam aliyê van aliyan ve hatiye girtin. Wê ti carî bersiveke vegera ji rê ji vê peyamê re neyê dayîn. Me peyama we girt; Em li cem gelê Kurd in.”