Komkujiya li Pirsûsê û tecrîd li Munchenê hatin protestokirin

Komkujiya li Pirsûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin.

MLPD û Koma Jinên Kurd a Sara, li Stachûs a li navenda bajêr, komkujiya li Pirsûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di çalakiyê de hat ragihandin ku komkujiya li Pirsûsê li dijî aştî û biratiyê hatiye kirin û bal hat kişandin ser rola dewleta Tirkiyeyê ya di komkujiyê de.

'DIVÊ OCALAN AZAD BE, QEDEXEYA LI SER PKK'Ê WERE RAKIRIN'

Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û bang li rêveberiya Elmanyayê jî hat kirin ku qedexeya li ser PKK'ê rake.

MLPD Munchenê da zanîn ku li ser banga ICOR'ê ji bo çêkirina nexweşxaneya li Kobanê wan seferberî îlan kirine û destnîşan kir ku li pêşberî têkoşîna bi rûmet a hêzên YPG/YPJ'ê, çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatine qewirandin. MLPD'ê got, "Niha wezîfeya me ya sereke, ji nû ve avakirina bajarê hilweşiya ye."

Hat ragihandin ku ICOR'ê heta niha 100 personelên dildar ên nexweşxaneyê şandiye Kobanê, ji sedî 40 ê van personelan jin in û yên çûne wê bi dilxwazî xizmeta tenduristiyê li Kobanê bikin.

Di çalakiyê de posterên Ocalan û alên YPG/YPJ, PYD'ê hatin hildan û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî biratiya gelan" hatin qîrîn."