BI DÎMEN

Xwendekarên Zanîngehê li dijî tecrîdê tevlî gerîla bûn

Xwendekarên Kurd ên nekarîn êdî xwe li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin, tevlî refên gerîla bûn. Ciwanan banga tevlîbûna li refên gerîla kirin û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan temînata aştiyê ye.

Ciwanên Kurd ên li zanîngehên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê dixwînin, ji ber ku nema karîbûn xwe li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin, berê xwe dan refên gerîla. Ciwanan bi awayekî komî li çiyayên Kurdistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniya bi zimanên Kurdî, Tirkî û Fransî de di serî de şoreşger û demokrat bang li her kesî hat kirin ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan hişyar bin.

Li ser navê gerîlayan Welat Zagros daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat destnîşankirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd, temînata aştiya mayînde û li pêşiya wêrankeriya sîstema sê sed salên dawî, astengiyeke dîrokî ye.

Zagros, "Ciwanên di nava sîstemê de ji hişmendî û cewhera xwe hatine dûrxistin, ji bo vê sîstema qirêj hilweşînin, divê berê xwe bidin çiyê. Mirovahiyê heqîqeta xwe li van çiyan winda kir û cihê lê bibîne jî ev çiyayên azad in. Israra ciwanan a di afirandina jiyana azad de, wê bibe vegotina Rêberê azad civaka azad."

Piştî daxuyaniya giştî, ciwan ji ajansa me re axivîn û ji bo sedema tevlîbûna li nava refên gerîla bal kişandin ser tecrîdê. Xwendekaran di serî de ciwan bang li Kurdan kirin ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.

'BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYÊN KURDISTANÊ'

Selman Xwînrij: Ji Zanîngeha 100. a Wanê tevlî bûm. Sedema tevlîbûna min tecrîda li ser Rêbertî bû. Em dixwazin êdî Rêberê me azad bibe. Li ser vê bingehê min berê xwe da çiyê. Di serî ciwanên Colemêrgê bang li hemû xwendekarên şoreşger dikim ku berê xwe bidin çiyayên azad.

'LI DIJÎ TECRÎDÊ TEVLÎ BÛM'

Welat Zagros: Ji Zanîngeha 100. a Wanê beşdar bûm. Sedema tevlîbûna min; bersiva li komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê me ye. Li ser vê bingehê min jiyana pûç a sîstemê red kir û min xwest li gorî xeta Rêber Apo û şehîdan, heqîqetê temam bikim. Dixwazim bibim yek ji afirînerên vê jiyanê. Bibim xwedî senkeke hêjayî wan. Banga min li xwendekarên demokrat û şoreşger ên zanîngehê, banga bi Rêberê azad re mirovahiya azad e. Banga jiyaneke li ser vê bingehê dikim.

'DIVÊ CIWAN BÊDENG NEMÎNIN'

Ronat Tanya: Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê tevlî bûm. Sedema tevlîbûma min, tecrîda li ser Rêbertî ye. Ji 14'ê Nîsanê û vir ve di nav tecrîdê de ye. Ji ber tecrîdê ev 3 meh in haya me qet li Rêberê me nîne. Bê guman ev rewş ji aliyê ciwanên Kurd ên şoreşger ve nayê qebûlkirin. Weke nerazîbûnek li hemberî vê, bi hevalên xwe re me biryara tevlîbûn dan. Ji vê derê bang li hemû hevalan, li ciwanên Kurdistanê, hevalên xwe yên li zanîngehê, ciwanên demokrat ên şoreşger, hemû xizmên xwe û tevgerên ciwanên şoreşger ên cîhanê dikim: Li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Li ser navê hemû ciwanên zanîngehê banga tevlîbûnê dikim.

'CIHÊ MIROVAHÎ LÊ BI SER BIKEVE ÇIYAYÊN KURDISTANÊ NE'

Simko Agirî: Ji Zanîngeha Colemergê tevlî refên azadiyê bûm. Bê guman beriya niha her tim xeyala me bû ku em rojekê bibin gerîla, di oxira azadiyê de têbikoş in. Haya me jê hebû ku divê em vê pêk bînin. Herî dawî, piştî ku em gihaştin wê astê ku karibin sîstemê, jiyanê, rêbaza jiyanê, derdorê rexne bikin, em gihiştin wê baweriyê ku divê Rêberê me azad bibe. Ev nêrîn li ser gotineke Hevalê Cûma bi me re afirî. Êdî ne bi diyaloga bi Rêberiyê re, divê ev pêvajo êdî bi azadiya Rêbertî ve bimeşe. Bê guman vê mijarê bandoreke mezin li ser min kir. Haya me jê çêbû ku tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li ser mirovahiyê, bi taybetî jî gelê Kurd ê bindest û timî rastî qirkirin û komkujiyê hatiye. Ji ber vê yekê, em bi komek ji hevalan re hemfikir bûn. Li ser vê bingehê em tevlî bûn. Ji vê derê bang li hemû hevalên li zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê dixwînin, bang li hemû ciwanên ji xwe re dibêjin em bi rûmet in dikim û dibêjim; mirovahiyê rastiya xwe li çiyayên Kurdistanê winda kir û cihê ku wê lê bibîne û qezenç bike dîsa çiyayên Kurdistanê ye. Bila berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê, bê şik û guman wê rastiya xwe, heqîqeta xwe bibînin.

'DEWLET NE DURUST E, DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Dijber Rodî: Ji Zanîngeha Îzzet Abant Baysal beşdar bûm. Yek ji sedemên tevlîbûna min, şerê li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî şerê li dijî Kurdan ê desteka xwe ji Tirkiyeyê digire. Sedema duyemîn jî nêzîkatiya dewleta Tirk û dewletên cîhanê ya nedurust a li hemberî Kurdan bû. Tevlîbûna min li ser vê bingehê pêk hat. Dixwazim çend xalan destnîşan bikim. Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê koka vê pirsgirêkê nêzî 5000 salan e. Divê bersiveke mezin li vê pirsgirêkê were dayîn. Pêwîste ev şerê li Kurdistanê tê meşandin, tecrîda li hemberî Rêbertî tê meşandin, ne tenê weke pirsgirêkek Kurdan eleqedar dike, bê dîtin. Bi taybetî dixwazin li hemberî paradîgma Rêberê me û tevgera PKK'ê, bibin asteng. Ji ber vê yekê divê ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê, şoreşger, demokrat, çep sosyalîst dengê xwe bilind bikin. Banga min li ser vê bingehê ye. Bila dengê xwe bilind bikin.

'RÊBERTÎ SEDEMA ME YA JIYANÊ YE'

Dilşen Tohildan: Ji Ewropayê beşdar bûm. Ji Zanîngeha Sorden a Fransayê tevlî bûm. Gelek sedemên min ên tevlîbûnê hene. Yek ji van jî tecrîda li ser Rêbertî ye. Astengkirina hevdîtinên bi malbat û heyetê re ye. Ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ev yek tê astengkirin. Nahêlin parêzerên xwe bibîne. Nêzî 3 meh in haya me ji Rêberê me nîne. Ev yek bi awayekî cidî me dixe nava gumanan. Ji ber ku Rêbertî sedema me ya jiyanê ye.

Sedemeke din jî ew e ku dixwazim ji serdestiya bi salan a mêr re bêjim 'êdî bes e'. Nebûm jina ji aliyê sîstemê ve hatiye kolekirin, min hemû bedewiyên nedîtbar ên kapîtalîzmê pêşkêşî min kir red kir û hatim çiyayên azad ji bo bibim şervaneke jin a heqîqeta PKK'ê, bibim milîtaneke Rêbertî.

Kamera: Agît Amed/Rojhat Gever

...