Çeteyan gelê Sirînê ji bo ji xwe re bikin mertal dîl girtine

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarine, tê gotin ku amadekariyan dikin ji bo gelê Sirînê yê bi mehan e dîl girtiye ji bo xwe weke mertal bi kar bînin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarine, tê gotin ku amadekariyan dikin ji bo gelê Sirînê yê bi mehan e dîl girtiye ji bo xwe weke mertal bi kar bînin.

Welatiyek ji bajarokê Sirinê ji ber rewşa ewlekariyê ya herêmê ne xwest navê xwe bêje, ji ANHA’yê re axivî û got: "Çeteyên DAIŞ’ê gelê Sirînê bi mehane esîr girtine û zextê li wan dikin, piştî ku şervanên YPG’ê rêya di navbera Reqaa û Sirînê de bi temamî girt ev zext li me zêdetir bû. Çeteyên DAIŞ bi ti bahaneyan destûr nade gel ji bajarok derveke."

Heman çavkaniyê diyar kir ku çete di mikrefonan de bang dikin û dibêjin derketina ji bajar qedexe ye, ji bo ku rêya qaxaç jî gelê sivîl bi kar nîne ji aliyê çeteyan ve tevahiya rêyên bajarok bi mayînan hatine girtin.

Çavkaniyê destnîşan kir di demên dawî de çete bi giranî zarokên temen biçûk ji bo êrîşên xwekujî perwerde dikin û gelê sivîl jî li hemberî êrîşan mîna mertalan bi kar tînin.

Li herêmê, di operasyona YPG/YPJ'ê de duh bi şev li gundê Malha şer derket. Operasyona YPG’’ê li gundê Malha berdewam dike.

Çeteyên DAIŞ’ê beriya niha jî li bajakê Silûk û Girê Spî gel esîr girtibûn û li hemberî operasyona YPG’ê weke mertal bikar anî bûn. 30 welatiyên gundê Ebû Şexat ê girêdayî Mehrûka ku çeteyan dîl girtibûn ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatibûn rizgarkirin û derbasî herêmek bi ewle hatibun kirin.