Tecrîd li Braûnschweîgê hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Braûnschweîgê hat protestokirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Braûnschweîgê hat protestokirin.

Ji bo rakirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan, li bajarê Elmanya Braûnscheîgê kon hat vedan.

Li binê kon, standa agahdarkirinê hat vekirin û belavokên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.

Çalakî saet di navbera 10:30 - 17:00 de pêk hat.