Li Dersimê 4 kes hatin girtin

4 kesên ku duh li Dêrsimê di lêgerîna rê de hatibûn binçavkirin îro bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "alikariya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

4 kesên ku duh li Dêrsimê di lêgerîna rê de hatibûn binçavkirin îro bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "alikariya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li Dêrsimê duh 4 kes li derdora Çukurkoy di lêgerîna rê de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê îfadeya wan hate girtin, 4 kes sewqî edliyeyê kirin û piştî îfade dan dozgeriyê vê carê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

4 kesên ku sewqî dadgehê kirin bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.