Di operasyonên artêşa Tirk de pevçûnan rû dan
Keşf û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hember herêmên gerîla zêde dibe. Di operasyonên artêşa Tirk de dem dem pevçûn rû didin.
Keşf û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hember herêmên gerîla zêde dibe. Di operasyonên artêşa Tirk de dem dem pevçûn rû didin.
Keşf û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hember herêmên gerîla zêde dibe. Di operasyonên artêşa Tirk de dem dem pevçûn rû didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku, 24’ê Tîrmehê di navbera 06:00-08:00’an de li ser herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên artêşa Tirk keşf pêk anîne. HPG’ê da xuyakirin ku tevgera hewayî li herêmên gerîla didomin û ev agahî da:
“24’ê Tîrmehê di navbera saet 02:00 - 05:30 li herêma Avaşîn, 24’ê Tîrmehê saet di navbera 08:00 - 11:00’an de li herêma Qendîl, 23’yê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 13:30 li herêma Heftanîn, heman rojê saet di navbera 22:00 - 23:30 li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîne.
23’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 - 22:00 li qadên Çirav û Gabarê yên herêma Botanê, 23’ê Tîrmehê saet di navbera 09:00 - 16:00’an li qada başûrê Mûşê, heman rojê saet di navbera 11:00 - 15:00’an de li qada Xaçareş a Norşîna Bedlîsê, 24’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00 - 01:00 li qada Geliyê Uranîs ê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê, 23’ê Tîrmehê saet di navbera 12:30 - 16:00 li qada Eledag a girêdayî navçeya Panos a Agirî pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.
23’ê Tîrmehê saet di navbera 14:30 - 15:30 de li herêmên Xakurkê û Avaşîn, 24’ê Tîrmehê saet di navbera 01:00 - 02:00 de li ser herêma Metîna balafirên şer ên artêşa Tirk geriyane.
22’ê Tîrmehê saet di navbera 14:00 - 21:00’ê de artêşa T.C a dagirker li qadên Mawa û gundên Xenduk, Cesenî û Asek ên girêdayî Qubîna Êlihê bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, kemîn danîne.
LI LICÊ Û PASÛRÊ KEMÎN
HPG’ê diyar kir ku 23’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 û 24’ê Tîrmehê saet 09.00 de artêşa Tirk bi 8 wesayîtên zirxî li navçeyên Licê û Pasûrê kemîn daniye.
HPG’ê da xuyakirin ku 23’ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 û 12:30 de ji Qereqola Êrîş a li ser xeta herêma Zapê bi tankan Girê Hakap hatiye bombardûmankirin û got, “23’ê Tîrmehê saet 06.00’an artêşa Tirk li hember qada Demîrkapi operasyonek daye destpêkirin. Operasyon hê didome.”
DI OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK DE PEVÇÛNAN RÛ DAN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di operasyonên artêşa Tirk de cih bi cih pevçûn derketine.
HPG’ê got ku 23’yê Tîrmehê saet 05:00’an artêşa Tirk li gundê Zorava yê girêdayî Bazida Agirî operasyonek daye destpêkirin û bal kişand ser van xisûsan:
“Li hember vê operasyonê ku nerazîbûna gel pêş ket leşkerên TC û gerîlayên me rû bi rû hatine. Di navbera hêza operasyonê û gerîlayên me de pevçûneke kurt rû daye. Piştî vê pevçûna kurt operasyon bê encam vekişiyaye.
20’ê Tîrmehê li qada bajaroka Komir a girêdayî navenda Semsûrê ji aliyê artêşa T.C a dagirker ve bi piştgiriya pêgerên hewayî operasyonek hatiye destpêkirin. Me agahiyên vê operasyonê berê jî ragihandibû. Di navbera hêza operasyona ku her diçe berfireh dibe û gerîlayên me de 2 caran operasyoneke demkurt rû daye. Saet 14.00’an tevgera ku hêza operasyonê dixwest gerîlayên me bixe çemberê rastî bersiva gerîlayên me hatiye. Di pevçûna rû daye 3 leşker hatine kuştin, 2 leşker birîndar bûne.”
JI BO SANTRALA TERMÎK ÇALAKIYA HIŞYARIYÊ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “23’ê Tîrmehê sat di navbera 21:00 û 22:30 de li hember xeta elektrıka santrala termîk a li Bespîn a Silopiya hêzên me yên gerîla çalakiyeke hişyariyê li dar xistine. Di çalakiyê de 2 xetên santralê bi temamî hatine tinekirin, xebata santralê jî rawestiyaye.”