Çalakiyên li dijî tecrîdê dewam dikin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ewropayê çalakî dewam dikin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ewropayê çalakî dewam dikin.

Çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê di hefteya derbasbûyî de destpê kirin, ji Partiya Komunîst a Fransayê jî destekê dibîne.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd, Partîzan, Partiya Komunîst, Komeleya Elewiyan a Nantesê û ESP'ê, li dijî tecrîdê wê di navbera 24-25'ê Tîrmehê de kon bê vedan. Çalakî wê li Meydana Commerce saet di navbera 12:00 - 22:00 de du rojan pêk were. Roja 25'ê Tîrmehê saet di 18:00 de jî wê meş û mîtîngeke mezin were lidarxistin.

Li bajarê Strasboûrgê jî bi heman rengî li dijî tecrîdê wê di 24'ê Tîrmehê de çalakiyek bê lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd û Navenda Civaka Demokratîk pêk tê û wê saet di 15:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk were lidarxistin.

Li Parîsê jî wê roja Şemiyê, bi armanca protestokirina komkujiya li Pirsûsê saet di 14:00 de li Gare de L'este, meşek pêk were.