Cenazeyê şervanê YPG'ê Dernek hat veşartin
Şervanê YPG'ê Ahmet Dernek (Zerdeşt Amed) ê li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Ahmet Dernek (Zerdeşt Amed) ê li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmet Dernek (Zerdeşt Amed) ê li Kobanê di şerê piştî komkujiya 25'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da û Velî Yildirim (Welat Amed) ê di 19'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, piştî karê otopsiyê duh êvarê ji Rihayê anîn Amedê.
Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta li Goristana Yenîkoyê, grseya gel cenazeyê Dernek hilda ser milan û ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiya.
Piştî meşa ku wêneyên Dernek ê YPG'yî û alên YPG'ê hatin rakirin de, cenazeyê YPG'yî li ber dua û dirûşmeyan hat veşartin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li merasîmê peyivî û diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna lehengên ji bo gelê Kurd canê xwe feda kirine, derkevin.
Bav Mehmet Dernek jî got, "Erdogan ji xwîna zarokên me têr nebû. Bila were ji Çemê Dîcleyê rahêje kulmek avê û binêre bê destê wî wê bi xwînê tijî bibe yan na?"
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Velî Yildirim (Welat Amed) ji bo were veşartin ber bi Liceyê ve hat oxirkirin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Şiyar Karasû (Reşît Avreş) jî ber bi warê wî Bedlîsê ve hat şandin.
Ji ber ku konê serxweşiyê beriya niha hatibû danîn, serdanên serxweşiyê yên ji bo malbata Dernek, li mala wan tê qebûlkirin.