Ji Însiyatîfa Ciwanên Apoyî banga ‘fedayîbûnê'
Însiyatîfa Ciwanan a Apoyî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku derkevin kolanan û bibin fedayî kir.
Însiyatîfa Ciwanan a Apoyî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku derkevin kolanan û bibin fedayî kir.
Însiyatîfa Ciwanan a Apoyî bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku derkevin kolanan û bibin fedayî kir.
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "Şerê îro li Kurdistanê li hember paradîgmaya Rêbertiya me ya ketiye jiyanê pêk hatiye. Paradîgmaya Rêbertî tê wateya jiyana azad û bi rûmet. Tê wateya pêkanîna xeyalên şehîdên me û jiyîna wan. Êrîşa li hember paradîgmaya Rêbertî û şerê li hembervê tê wateya şerê li hember Rêbertiya me.”
‘JI AKP, DAIŞ Û PDK’Ê RE HIŞYARÎ’
Bomberdûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşana israra tecrîda li ser Rêbertiyê ye. Li hemberî vê êrîşa nemerdane em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku werin tevlî nava refên gerîla bibin û gerîla mezin bikin. Ji vir û pê ve ti êrîşên di kesayeta gelê Kurd de li gerîla û Rêber Apo bêne kirin wê bêbersiv nemînin. Di heman demê de em çeteya noker û xayîn PDK’ê dixwazin ji vir hişyar bikin û di rewşeke rû bide de wê ew kî di nava hedefên me de bin. Kî difikire ku wê îxanetê bike û wê bikare bi aramî razê ew ê di nava xwexapandineke mezin de be. Em weke ciwanên Kurdên li Ewropayê dijîn ma em ê heya kengê li hember vê yekê temaşevan bin! Ciwanên Kurd ên ku ji xwe re dibêjin ez Kurd im, ez xwedî rûmet im, ez xwedî şeref û namûs im, em wan li hember AKP’ê û çeteyên wê yên nemerd DAIŞ’ê vedixwînin têkoşîna çalak. Dive niha ciwanên Kurd derkevin kolanan û kolanan ji van nemerdan re teng bikin û ji wan re bikin dojeh.
‘DIVÊ CIWANÊN KURD DERKEVIN KOLANAN Û BIBIN FEDAYÎ’
Însiyatifa Ciwanên Apoyî got: “Dema Rêbertiya me ya xeta me ya sor a ciwanên Kurd e, di bin tecrîdê de be, divê ciwan jiyana xwe bi awayek asayî nedomînin “û wiha dom kir: “Tecrîda li ser Rêbertiya me sedema me ya şer e. Em dibêjin em fedayiyên Rêbertiya xwe ne, ku em wiha ne jî, eger wiha be fedayîtî, dema ku Rêbertî di nav tecrîdê de be, ne wekî ku tiştek nîne jiyan e. Fedayîtî xwedî lê derketine, parastin e, berxwedan e û dema wextê wê hat ji bo wê yekê canê xwe dayîne. Îro çeteyên nemerd ên DAIŞ’ê hewl didin ku xakên me dagir bikin û destdirêjiyê li jinên Kurd dikin, ciwanên Kurd vê yekê li cem wan nahêle û dive nehêle jî. Ma heya kengê em ê bisekinin, eger em îro hesab nepirsin ma em ê kengî bipirsin. Li her çar parçeyên Kurdistanê ciwanên Rêbertiyê, fedayiyên Rêbertiyê çalakiyan dikin. Em jî weke hevrê û fedayiyên Rêbertiyê yên li Ewropayê divê hesab ji nemerdên li vir dijîn bipirsin. Bila her kes bizane ruhê fedayî yê Rêbertiyê ciwan in. Em ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn dawet dikin bila biherikin kolanan û bibin fedayî.”