Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 7 binçavî
Di serdegirtina malan ên li Hatay û Elezîzê de di nava wan de nûnerên HDP'ê jî ku hene 7 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên li navenda Hatayê li Amedê, Islahiyê û Hatayê heta niha 6 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin xwendekarê zanîngehê ne û hat zanîn ku bi giştî lîsteya navê 30 kesan têde heye di destê polîsan de ye.
Hat diyarkirin ku polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Demokrat a Zanîngeha Mustafa Kemal (ADODER) a Hatayê de girtin û li komeleyê lêgerîn pêk anîne.
Hat ragihandin ku welatiyên bi navê Abdullah Rohat Uzun, Ferhat Akdogan ji Islahiyê, welatiyên bi navê Havva Gezîcî û du kesên navê wan ne hatin zanîn ji Amedê hatine binçavkirin û Nûnerê HDP'ê Mustafa Keyman jî li Enqereyê hatiye binçavkirin.
Li navçeya Qovanciyan a Elezîzê jî endama HDP'ê Îclal Çelîk di serdegirtina malan de hat binçavkirin. Polîsan bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê Mirayan Murat Ozçelîk de girtin lê ji ber ku Ozçelîk ne li malê bû polîsan li malê lêgerîn pêk anîn û çûn.