Balafirên dewleta Tirk li hemberî herêmên gerîla êrîşa herî mezin a di van salên dawiyê de pêk anî. Tevî agahiya Serokê Hikûmeta Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ji êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya hebû, diyar kir ew pir pir ‘xemgîne’(!).
Erdogan û hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê Kurd şerê topyekûn îlan kir û li Başûrê Kurdistanê qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin, li hemberî vê bi saetan Serokê Hikûmeta Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî bêdeng ma û Barzanî tenê got: “Ez ji ber bomberdûmanê xemgîn im.”
Li ser navê Barzanî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de Barzanî got ji beriya bomberdûmanê nêzî saetekê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk aniye û got: “Em bi we re di nava hevkariyê de ne.”
Di daxuyaniyê de Barzanî ji Serokwezîrê Tirkiyeyê re xemgîniya xwe yê ji ber bomberdûmana Artêşa Tirk a li hember çeperên PKK’ê diyar kiriye.
Di daxuyaniya li ser navê Barzanî hatiye dayîn de bi ti awayî dewleta Tirk nehatiye şermezarkirin û tê gotin: “Barzanî diyar kiriye heya niha ji bo pêvajoya aştiyê çi ji destê wî hatiye kiriye û wê ji vir û pê ve jî bike.”