‘Wê gelê me êrîşan vala derxe’

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên qirkirina siyasî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek li ser navê girseryê axivî û wiha got: "40 salan Agar, Çîller û Gureş bi heman polîtîkayan xwestin encam bigirin lê ev polîtîkayên wan bûn sedemê dawîbûna desthilatdariya wan. Dê gelê me van êrîşan jî vala derbixin."

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê bi daxuyaniyekê operasyonên qirkirina siyasî yên li ser gelê Kurd û bombebaran kirina Herêmên Parastina Medyayê yên di bin qontrola gerîllayên HPG'ê dene şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya KCD'ê hat dayîn. Parlementerên HDP'ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, endamên Komaleya Dadê ya Mezopotamyayê, rêveberên MEYA-DER'ê û bi hezaran di daxuyaniyê de amade bûnn.

Li ser navê girseyê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivî. Şîmşek bibîrxist ku ji Newroza 2013'yan û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi helwestek awarte xwedî li pêvajoya çareseriyê derketiye û wiha got: "Ev pêvajo di merheleyek girîng de derbas dibe. Duh êvarî artêşa Tirk Heremên Parastina Medya yê bombebaran kir û AKP'ê bi vê êrîşê konsepta şer xist meriyetê."

'BI ÊRÎŞÊ AGIRBESTA HATİBU ÎLANKIRIN JI HOLÊ RAKIRIN'

Şîmşek destnîşan kir ku bi êrîşa artêşa Tirk re agirbesta di navbera Tirkiyeyê û PKK'ê de bi ji holê rabûye û wiha domand: "AKP ji serkeftina gelan ya di 7'ê Hezîranê de ne rihet bû û ji ber vê planên xwe yên şer xistin dewrê. Erdogan û AKP dixwaze bi kaosekê hilbijartinan pêş ve bîne û xwe ji nava tengasiyan xelas bike. Di operasyonên duh êvarî de gelek endam, rêveber û welatiyên me yên gund, navçe û bajaran hatin binçavkirin û ev operasyon, operasyonên sala 2009'an anîn bîra me."

Şîmşek bi lêv kir ku AKP bi van operasyonan dixwaze bi şer û tirsandina gel xwe ji vê rewşa xirap rizgar bike û wiha axivî: "Erdogan û AKP, mitabaqata ku li Dolmabahçeyê navnîşan kiribûn înkar kirin. AKP û Erdogan şerê ku pêk tînin wekî bi çeteyên DAIŞ'ê re pêk tînin didin nişandan lê tê xuyakirin ku operasyonan li hemberî PKK'ê dikin. Em bang li Erdogan û hikûmeta wî dikin; Riya ku hûn tê de dimeşin, 40 salan Mehmet Agar, Tansu Çîller, Dogan Gureş tê re meşiyan lê li hemberî sekna gel tiştek bi dest nexistin. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj dawî li xwe anîn. Hûn jî vê rastiyê bibînin. "

'WÊ GELÊ ME ÊRÎŞAN VALA DERXE'

Şîmşek derbirî kir ku bi tekoşîna 40 salan, gelê Kurd xwe bi hemû cîhanê daye qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê gelê me, van konseptên şer ên li hemberî gelê Kurd vala derxînin. Bila kes nekeve nava tû xeman. Dê gelê me planên wan ên desthilatdariyê vale derbixe. Ji niha û pêve tu hêviyên me ji AKP'ê nînin. Em bang li gelê xwe dikin ku di çarçoveya demokratîk de bertêkên xwe nîşan bidin. Gelê me rola xwe ya dîrokî divê teqez bilîze."