Êrîş li Silêmaniyê hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji duh şev ve li hember Herêmên Parastinê yên Medya ji aliyê gelê Silêmaniyê ve hat şermezarkirin. Çalakiya di pêşengiya Tevgera Azadî, Nûnertiya PYD’ê ya Silêmaniyê, RJAK û Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê de hat lidarxistin, saet 18.00’an li Parka Baxê Giştî destpê kir. Bi sedan kes tevlî çalakiya şermezarkirinê bûn.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku pêwîst e serokê herêmê, serokwezîr û serokê parlamentoyê li hember êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û bal kişandin ser rola gerîla ya têkoşîna azadiya Kurdistanê de. Di daxuyaniyan de êrîşên dewlet Tirk hatin şermezarkirin, hat diyarkirin ku divê partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê li hember van êrîşan helwest nîşan bidin.
Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan’, ‘Gerîla ne mêvan e’ û ‘Gerîla tolhildan’ hatin gotin.